Serlêdanên ji bo Îmraliyê hatine kirin û encamên wê

  • 09:09 31 Tebax 2024
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Tecrîda li Îmraliyê her diçe giran dibe, ji 2019’an heta niha 858 serlêdanên parêzeran û 275 jî ya malbat û vasiyan pêk hatiye lê bi hinceta "Cezayên dîsîplînê" bê bersiv hatine hiştin.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li girîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmrlaiyê di bin tecrîda giran de tê girtin ne dikare bi malbatê re ne dikare bi parêzeran re hevdîtinê bike. Herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de hevdîtinek telefonê hat kirin û piştî vê agahî jê nehat girtin. Ji 2019’an heta niha hemû serlêdanên hatine kirin jî bê encam mane û ev jî tecrîda giran nîşan dide.
 
Hevdîtinên dawî di 2019’an de hat kirin
 
Parêzeran herî daweî di 2019’an de 5 caran hevdîtin kirin. Hevdîtin di 2’yê Gulan, 22’yê Gulan, 12’yê hezîran, 18'ê Hezîran û 7’ê Tebaxê de pêk hatin. Bi giştî 5 hevdîtin hatin kirin. 32 serlêdan jî hatin redkirin. Ji bilî vê 5 hevdîtinê 66 serlêdan hatin kirin û tu bersiv ji bo van nehatiye dayîn. Li aliyê din jî serlêdana 98 parêzeran û 46 jî ya malbatan nehatibû qetilkirin. Malbatan jî sê caran hevdîtin kiribûn.
 
‘Dikarim hêza çareseriyê biafirînim’
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina 12’yê Hezîrana 2019’an de gotibû: “Em li dijî mirinê  jiyanê diparêzin. Ez hewl didim cih ji Kurdan re vebikim. Ez dikarim di hefteyekê de pevçûnan ji holê rabikim. Bila pêşiya min bê vekirin. Ez dikarim di hefteyekê de hêza çareseriyê biafirînim. Divê dewlet jî tiştên hewce bike.”
 
Di 2020’an de carekê ragîhandin carekê hevdîtin pêk hat
 
Di 2020’an de ji bo 96 serlêdanên parêzeran destur nedhat dayîn. Ji bo 68 heban jî qet bersiv nehat dayîn. 28 heb jî bi hinceta biryara dadgehê nehatin qetbûlkirin. 50 serlêdanên malbat û vasiyan hat kirin. Ji bo 40 serlêdanê bersiv nehat dayîn. Ji bo 9serslêdanan biryara lijneya dîsîplînê hat nîşandan û tenê yek serlêdanek hat qebûlkirin. 3’ê Adarê de hevdîtina malbatê pêk hat. Di 2020’an de ji bo mafê hevdîtina telefonê parêzeran 65 caran û malbatê jî 39 caran serlêdan kirin. Ji bo 37 serlêdanên parêzeran bersiv hat dayîn û 28 jî hatin redkirin.
 
Hevdîtin dîsa hatin astengkirin
 
Di 2020’an de heta 23’yê îlona 2020’an tu bersiv ji bo serlêdanên hevdîtinên parêzeran nehat dayîn. Ji 25’ê Îlonê şûnde  2’emîn Dadgeriya Înfaza Bursayê bi hinceta 6 meh qedexe heye asteng kiribû.
 
136 serlêdan bê bersiv man
 
Di encamê de ji bo 96 serlêdanên parêzeran yên sala 2020’an tu destur nehat dayîn. Ji bo 68 heban bersiv nehat dayîn. 28 heb jî bi hinceta biryara dadgehê nehat qebûlkirin.  Ji bo 50 serlêdanên malbatan jî  tenê yek hat qebûlkirin.
 
2021 jî ji salên din cudatir nebe…
 
Di 2021’ê de 71 serlêdanên malbat û vasî pêk hat. Lê yek jî nehat bersivand. Parêzeran jî  seranserê salê 202 serlêdan kir û yek nehat bersivandin. Ji 25’ê Adara 2021’ê heta dawiya sala 2022’an 238 serlêdanên parêzeran û 79 jî ya malbatan hat kirin lê ji bo van yekê jî bersiv nehat dayîn. Di 2022’an de parêzerên Komara Bursayê jî 98 serlêdan kirin lê hemû bê bersiv hatin hiştin hevdîtin nehatin kirin.
 
Bi sê cezayên dîsîplînê hat astengkirin
 
Di 2022’an de hevdîtinên malbat û vasiyan bi hinceta cezayên dîsîplînê yên wkeê 3’ê Sibata 2022, 31’ê Gulana 2022, 9’ê îlona 2022, Kanûna 2022’an hatiye dayîn hatin astengkirin. 
 
Serlêdanên 2023’yan
 
Di 2023’yan de jî her hefte bi rêk bû serlêdanên parêzeran pêk hat. Bi giştî 110 serlêdanên parêzeran û 59 jî ya malbatan hat kirin û hemû bê bersiv man. Ji van 14 heb yên parêzeran û 10 heb jî yên malbatan bi hinceta erdhejê hatin astengkirin.
 
Di 2024’an de 73 serlêdan
 
Di meha Gulan-Hezîran û Tîrmehê de 24 caran serlêdanên parêzeran hatkirin. 12 caran jî yên malbatan hat kirin. Bi giştî 36 serlêdan bûn. Ev hemû bê bersiv hatin hiştin. Navbera 1 û 30’ê nîsanê de 37 serlêdan hatin kirin û ev jî bê bersiv hatin hiştin.