Asma Naseer: Divê tevgerên jinan bên gel hev

  • 09:08 31 Tebax 2024
  • Galeriya Jinê
 
Melek Avci
 
ENQERE - Li Hîndîstanê Aktîvîsta mafê mirovan Asma Nasser ji bo têkoşîna jinê banga yekitiyê kir û got: “Tevgerên jinan  an jî rêxistinên jinan ji tiştên din yên li cîhanê diqewimin serbixwe nikarin hebin. Ji ber vê em tên gel hev û bi hev re têdikoşin.”
 
Di 9’ê Tebaxa 2024’an de li eyaleta Bengal a Hîndîstanê li bajarê Kalkuta li nexweşxaneyekê destdirêjî li doktora jin hat kirin û hat qetilkirin. Piştî vê li seranserê welat protestoyan dest pê kir. Jin daketin kolanan û pankarta dirûşmeya "Jin jiyan azad" vekirin. Ji Hîndîstanê aktîvîsta mafê mirovan Asma Naseer axivî û diyar kir ku ji ber rêxistinbûna jinan qelse û pergala kast pevçûna heyî tundiya li ser jinan zêd edike. Asmayê li ser rêxistinbûna jinan û tundiyê nirxandin kir.
 
* Li Hîndîstanê seranserê dîrokê têkoşîna jinan li dijî serdestiya mêr hebû. Li Hîndîstanê  em ji daneyan tundiya li ser jinan dibînin. Jin bi kîjan tundiyan re tên rû hev, çi tê jiyîn?
 
Tundiya li ser jinan li her derê cîhanê heye. Tundiya fîzîkî, aborî, psîkolojîk. Ji mafên aborî heta mafê hilbijartinê xwedî kar, mafê zewacê binpêkirin hene.  Lê li Hîndîstanê hinek cureyên tundiyê hene. Ev cureyên tundiyê li cihên din hene tune ne niznaim. Ji van yek pereyê cîz e. Li Hîndîstan, Pakîstan  û Bangladeşê heye. Beriya zewacê aliyê keçikê pere didin aliyê mêr. Ji malbata jinê pere tê xwestin. Ev pere li gorî taybetiya mêr, ji malbatek çawa tê, carnan jî li gorî kasta ku jê tên zêde dibe. Em ji bo vê dibêjin ‘mirinên cîz’. Her kesê Hîndîstanê vê dizane. Ev pere di dema ku hatiye dayîn de neyê dayîn jin ji aliyê xwesû an jî hevjîn ve tê kuştin. Ev cureyên tundiyê li cihên din tê dîtin. Her wiha cînayetên namûsê hene. Wekê din jî jin bêyî malbatê bizewice tên qetilkirin. Rîska vê pir mezine. Dîsa ger ku jinek mêr red bike, tundiya fîzîkî dertê holê û bi giranî bi kîmyewî êrîş dikin.
 
* Li dijî van teşeyên tundiyê rêxistinbûna jinan çawaye?
 
Mixabin jin organîze nebûn û nikarin xwe rêxistin bikin. Qebûlkirina vê zehmete lê rastî eve ku dema tundiyek çêdibe jin derdikevin kolanan, protesto dikin û demek şûnde tê jibîrkirin û protesto tên çewisandin. Pir kêm caran jî edelet pêk tê. Em di vê nokteyê de şûnde dikişin. Çend rojên dawî de li Hîndîstanê gelek bûyerên destdirêjiyê hatin jiyîn. Tundiyên bi xof pêk hatin. Ev nav Dalîtiyan de zêdeye. Dalît kesên herî jêr yên pergala kastê ne. Ji derveyê kastê tên dîtin. Hîndîstan welatekî hiyerarşîke. Ji ber vê pergala kastê heye. Destdirêjiya li jinên Dalît li Hîndîstanê maku tê dîtin û wek normal tê dîtin. Ji ber vê jî destdirêjî lê tên kirin. Dengê wan kêm dertê. Nûnerên wan tune ne. Ji bo wan gelek caran edelet pêk nayê. Li bajarê Kolkata destdirêjî li doktorekê hat kirin. Li eyaletek din destdirêjî li jinekê hat kirin û pêsîrên wê hatin jêkirin. Li Hîndîstanê ev wek tiştên rutîn tên dîtin. Jin ne bi rêxistinin. Bertekên xurt yên wekê Kolkata tune ne. 
 
*Qanûnên hikûmeta heyî ji bo pêkanîna cezayan  têr dike an jî qanûn pêk tên gelo?
 
Qanûn hene lê ev qanûn çiqas bi fêde ne çiqas curtin, çawa pêk tên. Pir ne baş in. Piştî doza Nîrbaya şûnde di qanûnan de gelek guherîn hatin kirin lê têgeha destdirêjiyê guhertin. Ev gotin: cezayê destdirêjiyê ji 7 salan heta 10 salan, li Hîndistanê 14 sal yanî cezayê seranserê jiyanê anîne. Dema mirov dinêrin ne seranserê jiyanê ye. Piştre gotin cezayê pere jî heye. Ger li holê hem cînayet hem destdirêjî hebe 10 salên din lê zêde dikin û dikin 20 salan. Mixabin qanûn di van mijaran de qels in.
 
* Herî dawî piştî destdirêjiya li doktora jin jin daketin kolanan. Hûn der barê vê de çi dibêjin?
 
Ji 2012’yan ji doza Nîrbaya heta niha protestoyek wisa nehatibû dîtin. Çalakiya herî mezin a civakî bû. Hikûmet bûyerê hinekê ecib digire dest. Ewil li malbata jinê digerin û dibêjin keça we întîxar kiriye. Belkî nexweşxaneyê nexwest berpirsyariyê bigire û hewl dan serê wê bigirin. Kesê hat sûcdarkirin çend roj şûnde hat girtin. Di otopsiyê de derket holê ku tundiyek hovane pêk hatiye. Her kes bi bandor bû. Çend kesan êrişê nexweşxanê kirin. Yên kirine jî ji partiyên muxalîf bûn. Li seranserê bajar li gelek baran jinan di bin navê "Şevê şûnde bigire" çalakiyên protestoyî pêk anîn. Yanî li kolanan bûn.
 
* Protestoyan de dirûşmeya "Jin jiyan azadî" hat qêrîn. Li gorî we çima jinên Hîndîstanê ev dirûşme bikaranîn?
 
Ez nizanim çima ev dirûşme bikaranîn lê li gorî min hemû tevgerên jinan yên cîhanê girêdayê hev in. Ji ber vê jî van dirûşmeyan bikar tînin. Ev dirûşmeyek bi heybet e. Li Hîndîstanê ewil kê bikaranî, li ku hat destpêkirin nizanim lê wek min got ev dirûşme parçeyek tevgera jinan a Hîndîstanê ye. Belkî jî sedem ev bû.
 
* Yekitya rêxistinên jinên cîhanê li gorî we çima girîng e?
 
Rastî ev e ku dema jinek bê îstîsmarkirin, destdirêjî lê bê kirin û azadî bê tunekirin ev tê wateya ku azadiya hemû jinan ji dest hatiye girtin. Hatina gel hev a jinan, têkoşîna hevpar, bi hev re meşandina têkoşînê gelek girîng e. Li dijî zextan bi yekitî tevger gelek girîng e. Tevgerên jinan  an jî rêxistinên jinan ji tiştên din yên li cîhanê diqewimin serbixwe nikarin hebin. Ji ber vê em tên gel hev û bi hev re têdikoşin.