'Tecrîd dijbertiya li hemberî aştiyê ye'

  • 09:07 31 Tebax 2024
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
HELEB - Rêvebera Ofîsa Perwerdeyê ya bajarê Helebê Suad Hesen têkildarî 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê nirxandin kir. Suadê bal kişand ser girîngiya vê rojê û tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:"Em hêvî dikin 1'ê Îlonê ji bo hemû gelên bindest bibe wesîleya aştiyê û bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan. Çimkî tecrîd dijbertiya li hemberî aştiyê ye."
 
Bi nêzbûna 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê çalakiyên ji bo vê rojê jî dewam dikin. Lê belê bi vê re êriş, şer, tundî û binpêkirina mafên jinan jî dewam dikin. Bi taybet li Rojhilata Navîn ev êriş hîn zêde dewam dikin. Têkoşîna Gelê Kurd a li hemberî van êrişana jî dewam dike.  
 
Rêvebera Ofîsa Perwerdeyê ya bajarê Helebê Suad Hesen têkildarî 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê nirxandin kir.
 
'Bi vîna xwe gelê kurd bersiva şer dide'
 
Suadê da zanîn bi vîna xwe gelê kurd bersiva şer dide û wiha pê de çû:"Bê guman jin û civaka kurd bi giştî di nava şer û pevçûnan di nava komkujî û hemu cureyên qirkirinê re derbas bûne. Wan 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi êrişan pêşwazî kirine. Li çar perçeyên Kurdistanê êrîş bi ser gelê kurd de dewam dikin. Gelek komkujî bi ser gelê kurd e hatine û gelê kurd jî ji bo parastina mafê xwe û ji bo vîna xwe mezin bike li dijî êrişan li berxwe didin. Kurd ji bo aştiyeke mayinde jî li berxwe dide."
 
Şoreşa Rojavayê Kurdistanê
 
Di dewamiya axaftina xwe de Suadê da zanîn ku gelê Kurd di bin sîwana projeya netewa demokratik de xwe ber bi aştiyê ve dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Îro gelê kurd ku yek ji wan gelan e ku di  gelek şer û qirkirina re derbas bûn bi saya projeya netewa demokratik a ku ramanwarê mezin Abdullah Ocelan pêşkêş kir îro li hemberî van şeran parastina xwe dikin. Mînaka herî ber bi çav şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye."
 
'Tecrîd dijbertiya li hemberî aştiyê ye'
 
Suadê bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bandora wê ya li ser jin û civakê û wiha pê de çû:"Tevî şertên zor û tecrîda giran jî Rêber Abdullah Ocalan banga aştiya navneteweyî dike. Ev tecrîd ji ber bandoreke neyî li ser jin û civakê jî dike divê demilest rabe. Ji bo aştiyeke mayinde ev pêwist e.  Yê bi daxwaza aştiyê gel rakir ser piya Rêber Abdullah Ocalan bû lê mixabin ev bû 26 sal in ku Rêbertî bi komployeke navneteweyî di zindana Îmraliyê de hatiye girtin û sê sal in tu agahî derbarê rewşa wî de nayê zanîn.
Ji ber ku pirojeya ku rêbertî pêşkêş kir ne li gor berjewendiyên  tu dewletan ên qirêj bû. Ango dewamkirina tecrîda li ser Rêbertî yekser derketina li dijî pirojeya aştiyê ye. Em hêvî dikin 1'ê Îlonê ji bo hemû gelên bindest bibe wesîleya aştiyê û bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan. Çimkî tecrîd dijbertiya li hemberî aştiyê ye. "
 
'Projeya aştiyê yê Rêbertî belav dibe'
 
Suadê da zanîn projey aştiyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan belav dibe û ev tişt anî ziman:"Felsefeya Rêbertî ne tenê ji bo gelê kurd hat pêşkêşkirin, ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn e. Loma divê di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bigihêje azadiya xwe. Rêberê me sîstema azadî, demokrasî û wekheviyê diparêze. Loma gel daxwaza Rêveberiya Xweser dikin. Çimkî ev sîstema li ser wekhevî û azadiya hemû gelan hatiye avakirin. Jin niha bi dirûşma Jin jiyan azadî pêşengiya vê sîstemê dikin. Lê belê ne tenê li Rojava li Başûr û li Hindistanê jî jin bi dirûşma Jin Jiyan Azadî banga azadiya xwe dikin. Ev yek jî dide eşkerekirin ku projey aştiyê ya Rêbertî hem belav dibe hem tê pêkanîn."
 
'Di roja 1'ê Îlonê de divê Rêberê me azad bibe'
 
Di dawiya axaftina xwe de Suadê daxwazên xwe yên roja 1'ê Îlonê wiha anî ziman:"Em banga tevahî dewletên cîhanê dikin ku êdî dest ji şer berdin. Bila bi aştiyê aloziyan çareser bikin û em azadiya Rêber Abdullah Ocalan di demeke zû de misoger bikin. Di roja 1'ê Îlonê de divê Rêberê me azad bibe. Yek ji daxwazên me yên girîng û mezin ev e."