Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê êrîşa nîjadperest

  • 09:06 31 Tebax 2024
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê Y.A û E.A ku wek ebe dixebitîn, li D.B (42) ku ji bo emeyat bibe li nexweşaneyê bi gotinên wekê "Em te fêm nakin vala neaxive. Ya Tirkî biaxive yan jî qet neaxive" nêzîkatiye nîjadperest pêk anîn.
 
Di 23’yê tebaxê de B.D (32) ji bo emelyat bibe çû Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdinê. Di dema kirariyên razandinê de Y.A û E.A yên ebe bûn nêzîkatiya nîjadperest nîşan dan. B.D ya ji Rojava bû û Tirkî nizanibû, bi keça xwe Ş.D re çû nexweşxanê û dema kirariyên razanê de ji aliyê ebeyên pewyirdar ve rastî gotinên nîjadperest hat.
 
‘Ya Tirkî biaxive yan jî neaxive’
 
Ş.D  tiştên ku dayika wê jiyaye ji ajansa me re wiha vegot: “Me dayika min radizand. Em şandin cihên cuda. Sekretê got "Hûn çima hatine vir’. Piştre sekreter navbera xwe de axivîn. Çend hemşîre hebûn. Dayika min bi Kurdî axivî û ji wan yek hemşîreyan got "Kurdî neaxive ez fêm nakim" Hemşîreyên din jî gotin "Vala neaxivin. Em we fêm nakin". Me jî bertek nîşan da. Me got armanca me ev e ku razana me bêkirin. Hemşîreyek li wir bertek nîşanê rewşê da û ji wan re got: “Hûn çima wisa nêzî wan dibin. Wergervanê nexweşxanê heye gazî bikin bila bê".  Wê navberê de li wê hemşîreyê jî heqeret kirin. Ji ber vê dayika min dereng girtin emeliyatê.”
 
Gilî kirin
 
Ş.D da zanîn ku piştî vê rewşa nîjadperest rewş ji rêveberiya nexweşxaneyê re ragîhandine û serî li yekîneya Mafê Nexweşan dan û gilî kirin. Ş.D bi lêv kir ku nexweşek din ya bûye şahidê bûyerê jî gilî kiriye û rewş ji CÎMER’ê re nivîsiye.
 
Rêveberiya nexweşxaneyê jî piştî giliyê lêpirsîna îdarî da destpêkirin.