Hevdîtinên ‘Nan û Edaletê’ didomin: Bi qasî nan edalet jî girîng e

  • 09:05 31 Tebax 2024
  • Ked/Aborî
 
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Di çarçoveya kampanya ‘Nan û Edalet’ ya ku DEM Partî dimeşîn de hevdîtin pêk tên. Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Vezan Karabulut der barê hevdîtinan de axivî û got ev kampanya li dijî xizanî û bêdadiyê ji bo çareseriyê tê meşandin. Vezanê got ku li dijî pirsgirêkan pêkhatina yekitiyê gelek girîng e.
 
Partiya Wekehvî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî krîza aborî û xizaniya her diçe zêde dibe di 19’ê Tîrmehê de li Qoserê bi mîtînga çandiniyê re starta kampanyaya "Nan û edaletê" da. Di çarçoveya kampanyayê de li gelek bajaran hevdîtin didomin. Li Îzmîr û Manîsayê di hevdîtinên hatin kirin de karker, kedkar û parêzvanên xwezayê re hevdîtin hatin kirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Vezan Karabulut der barê van hevdîtnan de axivî û got ji bo ji xizanî û bêdadiyê re çareseriyê bibînin van hevdîtinan pêk tînin û li dijî pirsgirêkan jî divê bi yekitî tevbigerin.
 
'Bi qasî nan edalet jî girîng e'
 
Vezanê da zanîn ku di çarçoveya kampanyayê de hevdîtinan pêk tînin û bi armanca ji xizanî, bêdadî, newekheviyê re çareseriyê bibînin van hevdîtinan dikin. Vezanê wiha dirêjî dayê: “AKP krîza xwe ya kapîtalîst li ser gelê xizan bar dike û hewl dide wisa çareser bike. Bi zêdekirina xizaniyê dixwaze ji vê krîzê derkeve. Ev li ser malbatên xizan bûye  barekî mezin. Gel nikarin xwe bigihînin xurekên esas yên jiyanî. Xwegîhandina van bûye pirsgirêkek mezin. Em hemû dizanin ku edalet jî bi qasî nan ji vî welatî re pêwiste. Di civakek ku edalet tunebe de bawerî jî tuneye.”
 
‘Komara tirsê’
 
Vezanê bi lêv kir ku li Tirkiyeyê baweriya bi edaletê tune ye û ev tişt daxuyand: “Rojnameger, siyasetmedar û mirov ji ber fikrên xwe tên girtin. Mirov nan nabînin û ligel vê nikarin fikrên xwe îfade bikin. Mirov xizanin û nikarin behsa xizaniyê bikin. Li ser mirovan komara tirsê hatiye afirandin. Her riya çarseriyê li mirovan hatiye girtin. AKP ji bo desthilatdariya xwe bimeşîne  zem li ser zemê dike. Mirovên teqawît nikarin jiyana xwe bidomînin. Em wek DEM partî li dijî vê ketin lêgerîna çareseriyê. Me li ser vê kampanya 'Nan û edaletê’ da destpêkirin.Ev 20 sale em nayên birêvebirin. Em dibin qursan berjwendiyên wan. Sermayeya di bin kontrola desthilatdariyê de ji her alî êrîş dike."
 
'Şertên karkerên çandiniyê zehmetin'
 
Vezanê destnîşan kir ku hevseroka giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di çarçoveya kampanya "Nan û edaletê" de li Manîsayê bi karkerên çandiniyê re hatiye gel hev û got şert û mercên karkerên çandiniyên yên Kurd qet ne başin.Vezanê got wan şahidiya rewşa karkerên Kurd kirine û di mijara starbûn, xwedîbûnê de pirsgirêkan dijîn.
 
Bi hev re afirandina çareseriyê
 
Vezanê dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em wek DEM partiyê dixwazin ji van pirsgirêkan re çareseriyê bibînin. Komîsyon jî hatine avakirin. Mînak me der barê şewatan de komîsyon ava kirin. Wê bi komîsyonan re hewcedariyên gel bibin meclîsan. Em jî li bajaran wê xebatên van bikin û em ê piştgiriyê bidin ku bi dengekî bilind ev pirsgirêk bên ziman.”