Çalakiyên Nobeta Edaletê: Lêgerîna edaletê ya li dijî tecrîdê

  • 09:04 2 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hat destpêkirin şûnde bi heman daxwazê xizmên girtiyan li gelek bajaran Nobeta Edaletê dan destpêkirin. Xizmên girtiyan diyar kirin ku heta tecrîd bidawî nebe wê têkoşîna wan bidome.
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 36 meh e agahî nayê girtin. Tecrîda giran ya li ser Abdullah Ocalan bandor li ser hemû girtîgehan kiriye. Li girtîgehan li dijî şertên tecrîda giran û ji ber agahî ji rêberê PKK’ê nayê girtin greva birçîbûnê hat destpêkirin û 120 derbas kir. Çalakiyên Nobeta Edaletê yên li derve hatin destpêkirin jî li 8 bajaran didome.
 
Pêngava 10’ê cotmehê
 
Hemû serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi hinceta cezayên “disîplînê” tên qedexekirin û 36 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Derbarê mijarê de û ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" di 10'ê Cotmehê de kampanyayek hat destpêkirin. 
 
27’ê Mijdarê: Grevên birçîbûnê hatin destpêkirin
 
Di 27'ê Mijdarê de jî girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin, dû re ji xizmên girtiyan bi heman armancê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi çalakiya Nobeta Edeletê kirin.
 
Girtiyan daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ew wek girtiyên PKK û PAJK’ê kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî starta wê di 10’ê cotmehê de hatiye dayîn pîroz û silav dikin û hat gotin ku ew bi hemû hebûna xwe wê piştgiriyê bidin kanpayayê.
 
Piştre nobeta edaletê hat destpêkirin
 
Piştî greva birçîbûnê ya ku girtiyan dabû destpêkirin şûnde, ji xizmên girtiyan bi heman armancê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” di 4’ê Kanûnê de dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Nobet li Amed, Edene û Mersînê hat destpêkirin. 
 
Wan û Stenbol tevli bûn
 
Piştî Edene, Amed û Mersînê, xizmên girtiyan li gelek bajarên din dest bi çalakiya nobeta edaletê kirin. Li Wanê di 5’ê Kanûnê de hat destpkirin û di 13’ê Kanûnê de jî li Bagcilara Stenbolê hat destpêkirin.
 
Li sê bajarên din jî dest pê kir
 
Piştî Amed, Edene, Mersîn, Wan û Stenbolê, di 27’ê Kanûnê de li Îzmîrê hat destpêkirin û di 7’ê Çile de jî li Mêrdînê hat destpêkirin. Di 1’ê Sibata 2024’an jî li Êlihê hat destpêkirin.
 
Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye
 
Çalakiyên  Nobeta Edaletê yên piştî grevênbirçîbûnê bi heman daxwazê hatin destpêkirin bi giştî li 8 bajaran didomin. Xizmên girtiyan diyar dikin ku heta agahiyek ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan neye girtin wê nobet bidome û di nobetan de ne tene şikandina tecrîdê azadiya Abdullah Ocalan jî tê xwestin. Xizmên girtiyan diyar dikin ku mijfteya aştiyê li Îmraliyê ye û divê deng bidin nobetên edeletê.