ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2024'AN

  • 09:00 2 Nîsan 2024
  • Rojev
 
*Gelê Kurd carek din xwe amade dike ku rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz bike. Abdullah Ocalan bi peyamên ku ji Îmraliyê şandibûn, diyar kiribû ku ev roj ji vejîneke şexsî vejîna gelekî ye û bêwatebûna qutkirina fîzîkî jî bi gotinên ‘ez bi we re li Amarayê li ser sifreya rojê me’ îfade kiribû.
 
*Piştî ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bi daxwaza ‘ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hat destpêkirin şûnde bi heman daxwazê xizmên girtiyan li gelek bajaran Nobeta Edeletê dan destpêkirin. Xizmên girtiyan diyar kirin ku heta tecrîd bidawî nebe wê têkoşîna wan bidome.
 
*Biraziya Abdullah Ocalan Gulsum Ocalan bi wesîleya 4’ê Nîsanê Abdullah Ocalan vegot: “Pîrozvahiyên 4’ê Nîsanê qet ji bîr nakim û hestyar dibim.  Ez bang li hemû gelê me dikim 4’ê Nîsanê de li Amarayê li dora Rojê bên gel hev.”DÎMEN HEYE