Li Hezroyê îtîrazê encama hilbijartinê kirin

  • 20:03 1 Nîsan 2024
  • Rojane
AMED - DEM Partiyê li Hezroyê der barê 904 dengên derbas nebûye û 793 dengên ‘veguhestî’ de serlêdana îtîrazê kir.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Hezro ya Amedê  der barê 904 dengên derbas nebûye û 793 dengên ‘veguhestî’ de serlêdana îtîrazê kir.Namzetên hevşaredariya Hezroyê Hasîbe Yazdik û Erhan Guven, parlamenterê Amedê Mehmet Kamaç û endamên rêxistina DEM partî ya Hezroyê daxwaznameya îtîrazê bi parêzeran re birin Qeymeqamtiya Hezroyê.
 
Di daxwaznameyê de  îtîrazê 904 dengên derbas nebûye û 793 dengên ‘veguhestî’ hat kirin.