Li Sêrtê pîrozbahiya serkeftinê

  • 18:11 1 Nîsan 2024
  • Rojane
SÊRT- Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş li Sêrtê di pîrozbahiyê de axivÎ û got AKP çawa hat wisa çû û got wê êdî namzet nîşan nedin.
 
Li Sêrtê ku bi fereqeke mezin DEM Partî bi ser ket pîrozvahî dodmin. Bi tevlibûna hezaran kesî duh li ber avahiya partiye pîrozvahî pêk hatin û îro jî li qada Newrozê berdewam kir. Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî, parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaş, hevşaredarên navçeyan û gelek kes meşiyan.
 
Welatiyan di rê de eleqeyek mezin nîşan da û dirûşme berz kirin. Ewi lhevseroka Sêrtê Rewşan Aslan axivî û serkeftin pîroz kir.
Piştre hevşaredar Sofya Algaş axivî û spasiyên xwe ji bo gel kir. Sofyayê da zanîn ku AKP êdî li Sêrtê bûye partiya tabelayê û got AKP çawa hatiye wisa çûye û wê careke din namzet nîşan nede.
 
Parlamenter Sebahqat Saritaş Edogan jî aixvî û da zanîn ku wê heza gel tecrîda li ser Abdullah Ocalan bişkîne û got wê vê coşê diyariyê 4’ê Nîsanê bikin.
 
Pîrozbahî bi govendê bidawî bû.