Hevşaredara Sêrtê Sofya: Gel xwedî li vîna xwe derket

  • 15:19 1 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
SÊRT - DEM Partiyê li Sêrta di bin rêveberiya qeyûm de tevî hilbijêrên veguhestî jî bi ferqa 9 hezar û 301 dengan şaredarî bi dest xist. Hevşaredar Sofiya Alagaş derbarê encamên derketî de wiha axivî: "Baweriya me bi me heye. Niha pevajoyeke 5 salan li pêşiya me ye. Em ê bi hev re bajarê xwe bi rêve bibin. Em ê bi hev re bi ser kevin."
 
Sêrt Belediyesi’ni kazanan DEM Parti Belediye Eşbaşkanı Sofya Alağaş, “Kendimize inanıp, güveniyoruz. 5 yıllık bir süreç bizi bekliyor. Bu kenti beraber yöneteceğimize inanıyorum” dedi.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Sêrtê bi ferqeke dîrokî rekor şikand. Li bajarê ku AKP’ê zêdetirî 6 hezar û 600 dengan leşker û polîs veguhestin bajêr, DEM Partiyê tevî hemû nelirêtiyan şaredarî bi ferqeke mezin bi dest xist. 
 
Di sindoqên li bajêr hatin danîn de DEM Partiyê 36 hezar û 856 deng (ji sedî 53) deng wergirt û AKP’ê 27 hezar û 554 deng (ji sedî 33) wergirt. Bi van encamên derketin holê re DEM Partiyê li bajêr bi ferqa 9 hezar û 302 dengan qezenc kir. 
 
Di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li bajêr 33 hezar û 227 deng (ji sedî 48) wergirtibûn û AKP’ê jî 31 hezar û 611 deng (ji sedî 46) deng wergirti bû. AKP’a ku di wan hilbijartinan de bi ferqa 616 dengan winda kiribû, li bajarê piştî qeyûm hate tayînkirin vê carê bi ferqa 9 hezar û 302 dengan bi ser ket. 
 
Hevşaredara Serdê Sofya Alagaş derbarê encamên hilbijartinê de ji ajansa me re axivî.
 
Sofya, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser xebatên hatî kirin û wiha bi lêv kir: "Em mal bi mal geriyan û me. Me têkilî bi gelê xwe re danî. 8'ê Adarê, Newroz û hilbijartin bi hev re bûn." 
 
Sofya, daxuyand ku ligel dek û dolaban Sêrt bi ser ket û wiha dirêjî da xaftina xwe: "Li bajêr bi ferqa 9 hezar û 302 dengan me qezenc kir. Gel xwedî li vîna xwe derket. 6 hezar 648 hilbijêr ji dervê anibûn. Leşker, polîs û hêzên taybet anîn Sêrtê. Em di nav hilbijêrên xwe geriyan û me behsa xwedî li derketina dengan kir. Ev xebatên me bi ser ket. Gel xwedî li sindoqên xwe derket. Komîsyona me yek bi yek hilbijêrên li derveyî bajêr geriyan û banga bikaranîna dengan li wan kir."
 
Sofya, da zanîn ku piştevaniya jin û ciwanan gelek girîng bû û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li vir jin û ciwan bi xebatên xwe xwadî li vîna xwe derketin. Baweriya xwe bi partiya xwe anîn. Baweriya me bi me heye. Niha pevajoyeke 5 salan li pêşiya me ye. Em ê bi hev re bajarê xwe bi rêve bibin. Em ê bi hev re bi ser kevin."