Hevşaredarên DEM Partiyê bi ser ketin

  • 10:53 1 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji sala 1979’an heta îro jin di hêla rêveberiya herêmî de bûn xwedî tecrûbeyeke mezin. Di hilbijartina 31'ê Adarê de jî 75 hevşeraderên DEM Partiyê bi ser ketin. 
 
Ji sala 1979’an heta îro jin di hêla rêveberiya herêmî de bûn xwedî tecrûbeyeke mezin. Jinên kurd hêza xwe ya guhertin û veguhertinê di her şert û mercan de bi zelalî nîşandan. Ligel zext, êriş, girtin û binçavkirinan, dev ji avakirina civakeke azad, wekhev û demokratîk bernedan. Hez û baweriya xwe ya serkeftinê di hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê ango duh carek din nîşanda.
 
Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê duh bi milyonan hilbijêr çûn ser sindoqan. Tevî dek û dolaban, li bakur Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi ser ket. Li gorî encamên nefermî, DEM Partî tevî dengên leşker û polîsên li bajarên Kurdistanê hatine veguhestin jî 3 şaredariyên bajarên mezin, 7 bajar, 58 navçe û 7 bajarokan bi dest xist.  
 
DEM Partiyê cara ewil Mûş bi destxist. Di heman demê de Dêrsim û Agirî dîsa bi dest xist. Li Wanê her 14 şaredarî bi dest xist. Di heman demê de Şaredariya Curnê Reş ku tevgera siyasî ya kurd herî dawî di sala 1979’an de bi dest xistibû, piştî 45 salan cara ewil bi dest xist. Di heman demê de cara ewil li Rihayê 7 şaredarî bi dest xist. 
 
Temsîliyeta jinê 
 
Di tevahiya tobloya Tirkiyeyê de di hêla temsiliyeta jinan de ji bilî DEM Partî hemû partiyên din têk çûn. Li gorî encamên ne fermî DEM Partî bi 75 hevşaredaran carek din cudabûna xwe nîşanda. Li Dîlokê Fatma Şahîn a AKP'eyî, li Tekîrdagê Candan Yuceer, li Edîrnê Gencan Akin, li Aydinê Ozlem Çerçîoglu, li Afyonê Burcu Koksal, li Eskîşehirê Ayşe Unluce û li Bîlecikê jî Melek Mizrak Subaşi yên CHP'î bûn şaredar. 
 
Di hilbijartina herêmî ya sala 2019'an de ji AKP'ê jinek, ji CHP'ê jî jinek bibûn şaredar. HDP'ê jî bi 65 hevşaredaran derket pêşberî gel. 
 
Ji sala 1979'an heta îro 
 
Di hilbijartina sala 1979’an de li navçeya Curnê Reş ya Rihayê Durre Kaya, Saadet Yavuz û Emîne Haci Yusufoglu bûn endamên meclisa şaredariyê. Di warê rêveberiya herêmî de ji bo jinên kurd tecrûbeya destpêkê bû. Hilbijartinên herêmî û giştî yên 18’ê nîsana sala 1999’an, ji bo rêveberiyên herêmî cihekî xwe yê girîng heye. Di hilbijartinê de HADEP’ê Bajarê Mezin Amed û 6 bajarên wekî Agirî, Êlih, Çewlik, Colemêrg, Sêrt û Wanê, 30 navçe û bajarok, bi giştî 37 şaredarî bi dest xistin. Li Bazîdê Mukaddes Kubîlay, Li Dêrikê Ayşe Karadag û li Qoserê jî Cîhan Sîncar bûn şaredar.
  
Di hilbijartinên 28’ê adara 2004’an de Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) bi SHP, Partiya Azad, SDP, ODP û EMEP’ê tevlî hilbijartinan bû û di nav de Amed, Êlih, Dêrsim, Colemêrg û Şirnex, bi giştî 57 şaredarî qezenc kirin. Di vê hilbijartinê de hejmara şaredarên jin ji 3’yan derket 9’an.
 
Ji entamtiya meclîsê ber bi şaredariyê ve 
  
Di hilbijartinên 29'ê adara 2009’an de Partiya Civakê ya Demokratîk (DTP) bi dirûşma “Bi welatiyên azad re ber bi bajarên azad ve” tevlî hilbijartinê bû.  DTP, 8 bajar, 51 navçe û 40 bajarok, bi giştî 99 şaredarî bi dest xist. Jinên DTP'yî şaredariya bajarekî, 13 navçe û bajarokekî jî bi dest xistin.
 
Berdewama heman kevneşopa siyasî Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bû û tevlî hilbijartina 30’ê adara 2014’an bû. 3 Bajarên Mezîn Amed, Mêrdîn û Wan, 8 bajar ên wekî Agirî, Êlih, Bedlîs, Colemêrg, Şirnex, Îdir, Dêrsim û Sêrt û 67 navçe û 24 bajarok, bi giştî 102 şaredarî bi dest xistin. Di vê hilbijartinê de pergala hevserokatiyê ku cara yekemîn bû ket meriyetê û ji bo endamtiya meclisan pergala fermuarê hate aktîfkirin. Li gel 24 jinên ku bi fermî şaredariyên BDP'ê ne û 54 jinên hevşaredar hatin hilbijartin, jin û mêr wê bi giştî li 78 cîhan di rêveberiya herêmî de cih girtin. Piştî BDP’ê di 11’ê tîrmeha 2013’yan de navê xwe guherand û kir Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û hemû şaredarî derbasî DBP’ê bûn.
 
Pergala hevserokatiyê 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina 31’ê adara 2019’an  de 3 şaredariyên mezin, 5 bajar, 45 navçe û 12 bajarok bi dest xist û bi giştî 65 şaredarî qezenc kir. Li gel ku pergala hevserokatiyê di qanûnê de nîne jî li 54 bajar û navçeyên ku bi ser ketibû de HDP hevşaredaran bijartibû jî, 24 namzetên jin ên şaredariyê yên HDP’ê di asta fermî de jî bi ser ketin û bûn şaredar.
  
Li Kurdistanê êdî rêveberiyên herêmî hatibû astekê. Bi taybetî tecrûbe û xebatên jinên kurd li tevahiya Tirkiyeyê bûn mînak. Ev tecrûbe û xebat ji bo pêşerojê hêviyek da hemû gelên ku li ser vê erdnegariyê dijîn. 
 
Li gorî encamên nefermî; 
 
* AKP’ê şaredariyên 12 bajarên mezin, 12 bajar, 356 navçe û 125 bajarokan bi dest xist. 
 
* CHP’ê şaredariyên 14 bajarên mezin, 21 bajar, 337 navçe û 48 bajarokan bi dest xist. 
 
* MHP’ê şaredariyên 8 bajar, 122 navçe û 54 bajarokan bi dest xist. 
 
* Partiya Yenîden Refahê şaredariyeke bajarê mezin, ya bajarekî, 39 navçeyan û 19 bajarokan bi dest xist. 
 
* Partiya Îyî şaredariya bajarekî, 24 navçe û 4 bajarokan bi dest xist. 
 
* DEM Partiyê jî 3 şaredariyên bajarên mezin, yên 7 bajaran, 58 navçeyan û 7 bajarokan bi dest xist. 
 
Li gorî encamên nefermî, şaredariyên DEM Partiyê bi dest xistin wiha ne: 
 
Bajarên mezin
 
1. Amed
2. Mêrdîn
3. Wan
 
Bajar
 
1. Agirî
2. Êlih
3. Colemêrg
4. Îdir
5. Mûş
6. Sêrt
7. Dêrsim
 
Navçe
 
1. Colemêrg/Gever 
2. Wan/Miks 
3.Wa/Elbak
4. Wan/Ebe 
5. Wan/Şax 
6. Wan/Artemêt
7. Wan/Erdîş
8. Wan/Westan 
9. Wan/Payîzava 
10. Wan/Rêya Armûşê 
11. Wan/Bêgirî
12. Wan/Qelqelî 
13. Wan/Seray 
14. Wan/Tûşba
15. Agirî/Giyadîn 
16. Agirî/Bazîd 
17. Agirî/Avkevir 
18. Qers/Qaqizman
19. Qers/Têgor 
20. Şırnex/Cizîr
21. Şırnex/Silopiya
22. Şırnex/Hezex 
 23. Sêrt/Misirc  
24. Bedlîs/Tetwan 
25. MûŞ/Gimgim 
26. Mûş/Kop 
27. Mûş/Milazîr 
28. Erzirom/Qereçoban
29. Erzirom/Qereyazi
30. Erzirom/Tatos 
31. Mêrdîn/Artûklû 
32. Mêrdîn/Kerboran
33. Mêrdîn/Dêrik 
34. Mêrdîn/Qoser 
35. Mêrdîn/Şemrex
36. Mêrdîn/Nisêbîn 
37. Amed/Rêzan 
38. Amed/Bismil
39. Amed/Xana Axpar 
40. Amed/Pîran 
41. Amed/Erxenî 
42. Amed/Hênê 
43. Amed/Peyas 
44. Amed/ Karaz 
45. Amed/ Pasûr 
46. Amed/ Licê 
47. Amed/Farqîn 
48. Amed/Sûr 
49. Amed/ Yenişehir 
50. Riha/Bêrecûk
51. Riha/Hewag 
52. Riha/ Serêkaniyê 
53. Riha/Xelfetî
54. Riha/Hilwan 
55. Riha/Pirsûs
56. Riha/Wêranşar
57. Xarpêt/Dep 
58. Mersin/Akdeniz
 
Bajarok
 
1. Îdir/Halfelî
2. İdil/Sirtkoy
3. Beşiri/Îkîkopru
4. Korkut/Altinova
5. Semsûr/Komur
6. Çelikan/Pinarbaşi
7. Digor /Dagpinar