Xwebûn bi manşeta 'Rêwîtiya ber bi Rojê ve' derket

  • 09:21 1 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 224’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta  Rêwîtiya ber bi Rojê ve” derket û gihişt ber destê xwînerên xwe. 
 
Rojnameyê vê hefteyê di manşete de, bi minasebeta 4’ê Nîsanê Roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan baş kişand ser Meşa Amara ya  20 salan ku wekî “Rêwîtiya Rojê” hatiye binavkirin û şahiyên pîrozbahiya 4’ê nîsanê ku vê hefteyê bê lidarxistin. 
 
Rojnameyê di rûpela Jin de cih da nivîsa nivîskar Eylem Şoreş û bi sernavê “ Ber bi azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ve”.