ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2024'AN

  • 09:00 1 Nîsan 2024
  • Rojev
 
*Gelê Kurd di 4’ê Nîsanê ku Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e wek vejîna xwe dibîne û ev 20 sal in meşa bi navê "Rêwîtiya ber bi Rojê ve" pêk tînin û li ser ‘sifreya rojê’ tên gel hev.
 
*Xwişka girtî Hakki Aygun ku 41 sal in girtiye û Leyla Aygun ya nexweşa pençeşêrê ku du hefte berê hat girtin, Zekiye Aygun diyar kir ku jiyana wê li ber girtîgehan derbas bûye û wiha got: “Dibe em li derve bin lê me jî bi girtiyan re jiyana girtî jiya. Em ê şopdarê têkoşîna girtiyan bin. Ji bo bidawîbûna tecrîdê divê hemû kes bi hestiyar tevbigerin.” DÎMEN HEYE
 
*Aktivîsta TJA'yê Emîne Înan diyar kir ku sedema krîza ku jin û ciwak pê re tên rû hev, tecrîd û polîtîkayên şer e. Emîneyê daxuyakirin ku çareseriya vê bi têkoşîna hevpar a jinan wê pêkan be. DÎMEN HEYE
 
*Rojnameger Evîn Buldan, ji sekna xwe ya kurdewar û axaftina bi kurdî tu carî tawiz neda. Bi pênûsa xwe bû şopdara heqîqetê. Rêhevala Evînê Rojnameger Munevver Karademir behsa Evînê kir. DÎMEN HEYE