Ji bo gelê Bedlîsê bang: Xwedî li sindoqan derkevin

  • 23:49 31 Adar 2024
  • Rojane
 
BEDLÎS - Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Ola da zanîn ku hewl tê dayîn ku encamên hilbijartinê yên Bedlîsê bên guhertin û bang li gel kir ji bo xwedîderketina denga bên partiyê.
 
Li Bedlîsê ku saetên ewil yên sibê de bi nelêrêtiyan dest bi hilbijartinan hat kirin, hîna jimartina dengan bidawî nebibû, AKP’iyan dest bi pîrobahiyan kir.
 
Parlamenter Huseyîn Ola der barê nelêrêtiyan de axivî û got: “Niha hîna jimartina dengan bidawî nebûye. AKP dixwaze gel îqna bike ku ew biser ketine û pîrozbahiyan dike. Em bang li gele xwe dikin ku bên ber partiyê û xwedî li îradeya xwe derkevin.”