Li her çar aliyê Wanê dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ bilind dibin

  • 23:25 31 Adar 2024
  • Rojane
 
WAN - DEM Partî li Wanê serkeftina hilbijartinê pîroz dike. Li dijî êrîşên polîsan gel bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ bersiv da. Waniyan serkeftina hilbijartinê daxistin kolanan.
 
Li gorî daneyên ne fermî li Wanê DEM Partî bi ser ketiye û piştî vê şêniyên bajar dest bi pîrozvahiyan kirin. Welatiyan bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘bijî serok Apo’ daketin Kolana Hûnerê, Cadeya Cumhuriyet û Qada Beşyolê. Polîsan bi gaza îsot û ava şid êrîş kir.
 
Tevî hemû êrîşan gel şûdne gav navêt û pîrozbahî domandin. Li gelek nokteyên bajar pîrozvahî didome.