Li Agiriyê bi hezaran kes serkeftinê pîroz dikin

  • 23:19 31 Adar 2024
  • Rojane
 
AGIRÎ - DEM Partî piştî ku Şaredariya Agiriyê bi dest xist şûnde bi hezaran kes herikî qadan û pîroz kirin.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî ku Şaredariya Agiriyê bi dest xist şûnde welatî herikîn qadan û pîrozbahiyê kirin. Bi hezaran kes piştre hat ber avahiya DEM Partiyê û ji vir bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Diz hene” ve heta xaçerêyê meşiyan.
 
Li vê derê fîşek hatin teqandin û girse bi coşek mezin govend gerand. Dê heta saetên dereng pîrozbahî berdewam bike.