Li Agiriyê bi hezaran kes serkeftinê pîroz dikin 2024-03-31 23:19:54     AGIRÎ - DEM Partî piştî ku Şaredariya Agiriyê bi dest xist şûnde bi hezaran kes herikî qadan û pîroz kirin.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî ku Şaredariya Agiriyê bi dest xist şûnde welatî herikîn qadan û pîrozbahiyê kirin. Bi hezaran kes piştre hat ber avahiya DEM Partiyê û ji vir bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Diz hene” ve heta xaçerêyê meşiyan.   Li vê derê fîşek hatin teqandin û girse bi coşek mezin govend gerand. Dê heta saetên dereng pîrozbahî berdewam bike.