Li Akdenîzê DEM Partî pêş de ye

  • 22:55 31 Adar 2024
  • Ramyarî
 
MERSÎN - Li navçeya Akdenîz a Mersînê namzetên DEM Partiyê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Arslan ji sedî 31.98 dengî li pêş in.
 
Encamên hilbijartinê her diçin teqez dibin. Li navçeya Akdenîz a Mersînê namzetên Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) Nuriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz ji sedî 31,98 dengî li pêş in.
 
Ji sedî 24.46 sindoq hatine vekirin û gel berbi avahiya DEM Partî ya Akdenîzê ve herikîn.
 
Tê payîn ku namzet li vir daxuyaniyekê bidin.