CHP li Enqere, Stenbol û Îzmîrê li pêş e

  • 20:02 31 Adar 2024
  • Ramyarî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî agahiyên nehatine piştrastkirin li bajarên Enqere, Stenbol û Îzmîrê CHP li pêş e.
 
Bi rakirina qedexeya weşanê ya Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) encamên hilbijartinê hêdî hêdî tên parvekirn. Li gorî sindoqên ji sedî 12,59 hatine vekirin, CHP li bajarên Stenbol, Enqere û Îzmîrê li pêş e.
 
Stenbol
 
Li gorî agahiyên ewil ên Stenbolê CHP ji sedî 59,40, AKP ji sedî 37,02, DEM partî ji sedî 2 deng girtin.
 
Enqere
 
Li gorî agahiyên ewil li Enqereyê CHP ji sedî 61,16, AKP ji sedî 35,84, DEM partî ji sedî 1 deng girt.
 
Îzmîr
 
Li gorî agahiyên ewil li Îzmîrê CHP ji sedî  56,11, AKP ji sedî 36, 59, DEM partî ji sedî 3,17  deng girt.