Meral Daniş Beştaş: Sindoqan terk nekin

  • 18:37 31 Adar 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Stenbolê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş piştî bidawîbûna karûbarên dengdayînê bang li peywîrdarên sindoqan kir ku sindoqan terk nekin. 
 
Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Stenbolê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Meral Daniş Beştaş piştî bidawîbûna karûbarên dengdayînê bang li peywîrdarên sindoqan kir. Beştaş a li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal a li ser X’yê wiha got: “Rêzdar endamên me yên lijneya sindoqê û hevalên muşahît; em hejmartina dengan bişopînin; heta ku girtekên destnîşankirî teslîm negirin em sindoqan terk nekin. Ji bilî bangên ji navenda me ya giştî tên em guhdariya tu agahiyên din nekin. Derbarê nelirêtiyên we têkildarî encaman û hejmartina dengan de tespîtkirin îtîraz bikin û girtekan bigirin.”