Di lîsteya ji 120 hilbijêran pêk tê li Qersê tenê qeyda kesekî heye

  • 15:19 31 Adar 2024
  • Ramyarî
 
QERS - Di sindoqa Hejmar 1042 ya li Dibistana Navîn a Ataturkê ya Qersê de ji 120 hilbijêran tenê yek jê qeyda wî/wê ji Qersê ye. 
 
Yek ji bajarên ku bi hezaran hilbijêrên gerok lê hatine veguhestin jî Qers e. Bi hezaran leşker û polîsên bi otobûsan li Dibistana Seretayî ya Ataturkê, Dibistana Navîn a Cumhuriyetê ya Taxa Fevzî Çakmak û Dibistana Navîn a Alparslan a Taxa Nû hatin veguhestin, bi komî dengên xwe dan. 
 
Di sindoqa Hejmar 1042 ya li Dibistana Navîn a Ataturkê de 120 hilbijêr hene û ji bilî yek kesî, temamiya hilbijêran qeydên wan ji derveyî bajar in. Hema hema temamiya van kesan ji bajarên Tirkiyeyê anîne. Tenê qeyda yekî/ê ji navçeya Qaxizman a Qersê ye.