Hazal Aras dengê xwe bi kar anî: Werin vîna xwe nîşan bidin

  • 14:03 31 Adar 2024
  • Rojane
 
AGIRÎ - Namzeta Hevşaredara Agiriyê ya DEM Partiyê Hazal Aras ku dengê xwe bikar anî, bal kişand ser leşker û polîsên ku dengan bikar tînin û got, “Gelê Agiriyê werin vîna xwe nîşan bidin.”
 
Li gelek bajarên Kurdistanê ku serê sibehê dengdayîn dest pê kir, bi vê yekê re gelek binpêkirinên mafan jî tên jiyîn. Li Agiriyê wêneyên bi hezaran leşker û polîsên li Agiriyê dengê xwe didin derket holê, binpêkirinên mafan dewam dikin. Namzeta Hevşaredara Agiriyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Hazal Aras, li Dibistana Amadehiyê ya Anadolûyê ya Pîşe û Teknîkî ya Mamoste Nurgul Geltûran di sindoqa hejmara 1232’an de dengê xwe bi kar anî.
 
‘Werin vîna xwe biparêzin’
 
Hazal, piştî bikaranîna dengê xwe axaftinek kurt kir û wiha got: “Ez bang li hemû gelên Tirkiyeyê, gelê Agiriyê dikim. Me ji serê sibê ve dest bi gera xwe ya dibistanan kiriye. Bi hezaran leşker û polîs anîn Agiriyê û deng dan. Ev bêhiqûqiyek mezin e. Ev ji bêhiqûqiyê wêdetir zilm e. Em li bendê ne ku gelê me ji vê zilmê re bêje ‘na.’ Em gelê xwe vedixwînin ser sindoqan. Ji kerema xwe bila gelê Agiriyê vîna xwe biparêze. Ji ber hatina van leşker û polîsan belkî gelê Agiriyê demoralîze bûne. Û niha rêjeya dengdanê di sindoqan de pir kêm e. Ji ber vê em gelê xwe vedixwînin ser sindoqan. Ji kerema xwe werin û vîna xwe nîşan bidin. Destûr nedin ku leşker û polîs ji Baybûrt, Gîresûn, Erzirom û Erzînganê destwerdana vîna we bike. Dema dengdayînê saet 16.00’an bi dawî dibe. Pêwîst e gelê Agiriyê were ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkeve.”
 
Bi kursiya teker hat dengê xwe bi kar anî
 
Li aliyê din piştî ku polîs û leşkeran li Agiriyê dengê xwe dan jineke ku nexweş e, bi kursiya bi teker hat û dengê xwe bi kar anî.