'Gel piştgiriyeke xurt da kampanyaya îmzeyê ya ji bo Rêbertî'

  • 13:56 31 Adar 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Cîgira Meclisa Giştî ya her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Arîn Henan têkildarî kampanyaya îmzeyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku gel piştevaniyeke xurt daye kampanyayê û got:"Komkirina îmzeyan bi awayekî serkeftî derbas bû ji ber ku ne tenê welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê îmzeyên xwe ji bo azadbûna Rêbertî didan her wiha tevahî welatiyên bajarê Helebê ji hemî ol û netewan îmzeya xwe da. Welatiyên li Helebê jî ketibûn wê ferqê ku azadiya Rêbertî wê bibe çareya pirsgirêka tevahî Rojhilata Navîn û aloziya Sûriyeyê."
 
Insiyatîfa ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe li Helebê dest bi komkirina pêngava îmzeyan kir. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erka destpêkirina kampanyaya îmzeyan wekî berpirsiyariya xwe dibîne û piştgiriyê didin vê kampanyayê. Li Helebê jî di 10'ê Sibata 2024'an de kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kirê û di 31'ê Adara 2024'an de jî bi dawî bû. Cîgira Meclisa Giştî ya her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Arîn Henan têkildarî mijarê axivî. 
 
Tecrîdek giran heye
 
Cîgira Meclisa Giştî ya her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Arîn Henan bal kişand ser tecrîda giran û wiha got:"Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev bû 25 sal in ku di nava tecrîdeke giran de ye. Armanca vê yekê jî ew e ku gel ji fikir û ramanên Rêbertî qut bikin. Ya herî girîng jî ew e ku dizanin ku felsefeya Rêbertî  wê bibe çareya herî guncav a pirsgirêka gelê kurd û tevahî gelên Rojhilata Navîn. Ji bo ku ev yek pêk neyê, ev bû 25 sal in Rêbertî di nava tecrîdek giran de ye."
 
'Wê ev nebe xebat û çalakiya dawî ya ji bo azadiya Rêbertî' 
 
Di dewamiya axaftina xwe de Arînê da diyarkirin ku wê ev nebe xebat û çalakiya dawî ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha da domandin:"Ji dîroka 10'ê Sibata 2024'an me dest bi komkirina îmzeyan kir, her wiha ev ne çalakiya dawî ya ji bo azadiya Rêbertî ye. Em ê weke tevgerên jinan di nava taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de her kar, xebat û çalakiyên ji bo azadiya Rêbertî dewam bikin.  Azadiya me bi azadiya Rêbertî ve girêdayî ye."
 
Komkirina îmzeyan bi awayekî serkeftî derbas bû
 
Derbarê çawaniya dewamkirina û bidawîbûna kampanyaya îmzeyan wiha Arînê axaftina xwe bi dawî kir:"Komkirina îmzeyan bi awayekî serkeftî derbas bû ji ber ku ne tenê welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê îmzeyên xwe ji bo azadbûna Rêbertî didan her wiha tevahî welatiyên bajarê Helebê ji hemî ol û netewan îmzeya xwe da. Welatiyên li Helebê jî ketibûn wê ferqê ku azadiya Rêbertî wê bibe çareya pirsgirêka tevahî Rojhilata Navîn û aloziya Sûriyeyê."