Çeteyekî ku li Babê êrişa zayendî li jinekê kir reviya Tirkiyeyê

  • 12:50 31 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Babê yê di binê kontrola dewleta tirk de ye, çeteyek ê koma Ehrar El Şerqiye ya girêdayî dewleta tirk êrişa zayendî li jinekê kir û reviya Tirkiyeyê.
 
Hate zanîn ku li bajarê Babê yê Sûriyeyê ku di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de ye çeteyekî êrişa zayendî li dijî jinekê kiriye. 
 
Li gora agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine; Çete girêdayî koma Ehrar El Şerqiya ya girêdayî dewleta tirk e û kesek ji Dêrazorê ye ku navê wî nehatî zanîn.
 
Çavkaniyê diyar kir ku malbata jina ku êrişa zayendî lê hatî kirin, bertek nîşanî rewşê daye. Hate gotin ku komên çeteyan kiryar revandine Tirkiyeyê.