Jinên tevli pêşengeha wênexêziyê bûn: Me êşên li Efrînê xêz kirin

  • 11:03 31 Adar 2024
  • Rojane
 
HELEB - Bi dirûşma "Efrîn di dil de ye" li Navenda Hîlala Zêrîn û navenda çand û hunera Helebê pêşengehek wênexêziyê hat lidarxistin.
 
Li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê Navenda Hîlala Zêrîn a pakrewan Berçem bi orgenîzkirina Navenda Çand û Hunera Cemîl Horo ya bajarê Helebê i dirûşma "Efrîn di dil de ye" pêşengehek wênexêziyê hat lidarxistin. Di pêşengehê de 60 tabloyên ku êşa bajarê Efrînê dide xuyakirin her wiha, xweşikbûna xwezaya wê hatin pêşkêşkirin.
 
Ji bo çêkirina wêneyan li berxwe da 
 
Wênexêz Gulbihar Mihemed da xuyakirin ku bi saya hezkirina xweza û welatê xwe îro wênexêziyê dike û wiha pê de çû:"Ji ber ku welatê me bi zeytûnên xwe tê nasîn îro min xwest bi riya wênexêziya xwe zeytûnan xêz bikim. Ev wênexêziya min heyvekê li ber xwe da her wiha hinek westandin jî çêbû lê heya ku ez wêneyekî xweş xêz bikim min gelek xebat da meşandin û bi hestên dilê xwe min wênexêziya xwe bi dawî kir. "
 
Êşên li Efrînê bi tabloyên xwe zindî dike 
 
Di heman demê de wênexêza bi navê Xunav Osman jî da zanîn ji bo êşa derketina wan a ji Bajarê Efrînê zindî bike wênexêziya xwe bi pêş xist û wiha pê de çû:"Di sala 2018'an de dema ku em ji ser axa xwe koçber bûn di riya Çiyayê Xwenan re me gelek astengî li ser rê kişand. Ji bo ku ez wan êş û astengiyan zindî bikim min ev tabolya wênexêziyê çêkir her wiha du heyv derbas bû heya ku ev tabloya min teman bû."