'Sedema binpêkirina mafan tirsa li hember têkoşîna me ye'

  • 09:05 31 Adar 2024
  • Rojane
 
Pelşîn Çetînkaya
 
SÊRT - Jin der barê binpêkirinên mafan ên li ser girtî û xizmên girtiyan axivîn û gotin: “Ev zext û zordarî ji tirsonekiya wan e. Sedema van binpêkirinên mafan tirsa wan a ji têkoşîn û hêza me ye.”
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê tecrîd tundiyê zêde dike û li her qada jiyanê bi bandor e. Lê herî zêde jî li ser girtiyan pêk tê. Girtî nikarin xwe bigihînin xizmeta tenduristî, aktîvîteyên civakî, ragihandin û xwedîbûnek baş. Her wiha bi şewitandina înfazan, surgunan tecrîd tê meşandin. Li dijî van binpêkirinên mafan ku veguherîne îşkenceyê serlêdanên ji bo merciyan jî tu encamekê nagire. Hevseroka Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Sêrtê Sohbet Altan Çetîn, Endama Meclîsa Jinan a Platforma Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK) Seyran Şik Karabulut û Endama Genel Îş a Konfederaysona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Narîn Erol der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de axivîn.
 
‘Binpêkirinên mafan ên em dibêjin ji tecrîdê pêk tên’
 
Sohbet Altan da zanîn ku tecrîda li girtîgehan ne tenê li ser girtiyan li ser xizmên girtiyan jî pêk tê û wiha got: “Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê binpêkirinên ku em jê re dibêjin tecrîd tên jiyîn. Îşkenceyên tên kirin hem gotinî hem jî fîzîkî ne. Li girtîgeha Panos a Agiriyê girtiyê nexweşê giran ku rapora nexweşxaneyê heye nehat berdan. Ev îşkence ye. Ligel vê dema dibin nexweşxaneyê di bin îşkenceyek giran de dibin. Bi kelepçeyê derman dikin.”
 
‘Di bin navê polîtîkayên ewlehiyê de binpêkirin’
 
Sohbetê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku desthilatdarî pirsgirêka Kurd ne bi riyên aştiyane, hewl dide bi ‘polîtîkayên ewlehiyê’ çareser bike û got: “Ev jî tê wateya tundî û zextan. Li dijî binpêkirinên mafan em ji her derê re daxwaznameyan dinivîsin lê vegerek tune ye. Divê îşkenceya li girtîgehan demildest bidawî be.  Bi taybet girtiyên nexweş nayên tehliyekirin. Divê lêgerîna tazî bê rawestandin. Divê daxwazname bersiva wan bên dayîn. Ji ber ev binpêkirin sûcê mirovahiyê ne. Nayên qebûlkirin.”
 
‘Ev zext ji ber tirsonekiyê tên kirin’
 
Narîn Erol jî di nirxandina xwe de bi lêv kir ku desthilatdarî bi van binpêkirinan dibêje qey wê bi ser keve û ji ber vê serî li van binpêkirinan dide. Narîn Erol wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevalên me tu carê ev pêkanîn qebûl nekirin. Ez jî di girtîgehê de mam. Niha hevjînê min girtiye. Dema em diçin girtîgehê lêgerîna tazî ferz dikin. Pêkanîna van zext û zoran ji ber tirsê ye. Em baş dibînin ku ji têkoşîn û hêza me ditirsin. Lê her demê ev rêbaz hebûn. Me tu carê li dijî vê şûnde gav navêtin.”
 
‘Mafê mirovan binpê dikin’
 
Seyran Şik jî destnîşan kir ku ev îşkence pêkanînên dijdemokratîk in û wiha pê de çû: “Di pêvajoya dawî de li ser girtiyên siyasî pêkanînên taybet hene. Ji ser vê bi pêkanînên dijdemokratîk re tên rû hev. Ev pêkanîn tevî di qanûnan de tune ne pêk tên. Em vê wek sendika û rêxistinên civaka sivîl her tim tînin ziman. Lê tu gav nayê avêtin. Em ê hemû platform li dijî van pêkanînan têkoşîna xwe bidomînin.”