Nobetên edeletê didomin

  • 18:02 30 Adar 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên girtiyan yên di Nobeta Edeletê de hişyariya ‘Her denga ji bo partiyên pergalê tên dayîn wê wek zilm vegerin’ kir.
 
Nobetên Edeletê yên bi daxaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hatin destpêkirin didomin.
 
Mêrdîn
 
Nobeta Edaletê ya li avahiya DBP'ê ya li Mêrdînê bi pêşengiya xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê di roja 83'yemîn de dewam dike. Rojeva çalakgeran a îro hilbijartinên herêmî yên sibê pêk tên bû.
 
Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) çûn serdana Nobeta Edeletê. Her wiha gelek kesî piştgirî dan nobetê.
 
Jina bi navê Hasîbe Mengîrkaon jî ku çû serdana nobetê da zanîn ku yekane armanca grevên girtîgeh û nobetên edeletê heye û ew jî şikandina tecrîdê ye. Hasîbeyê ji dayikên aştiyê û xizmên girtiyan re serkeftin xwest û balkişand ser hilbijartinê herêmî yên sibê pêk tên.
 
Hasîbeyê wiha got: “Divê her kes bizanibe dengên ji bo partiyên pergalê tên dayîn wê wek zilm vegerin. Denga ji bo DEM partiye bê dayîn jî wê ji bo aştyê bê dayîn. Ez bang li hemû kesî dikim ku biçin ser sindoqan xwedî li îradeya xwe derkevin.
 
Amed
 
Li Amedê jî nobeta edeletê di roja 117’an de li Rêxistina DBP’ê ya Rezan berdewam kir.
 
Endamên Komeleya Piştevanî û Azadiyê ya Marsîlya (Solidarté et Liberté Provence) çûn serdana nobeta Edeletê.  Heyetê daxwazên xizmên girtiyan guhdar kirin û gotin wê ji bo dengê wan bê bihistin wê bixebitin.
 
Girtiyên jin yên girtîgeha Sîncanê  ji bo dayikên di nobetê de name şandin. Nobet bi dirûşmeyên  ‘bijî berxwedana zindanan’ bidawî bû.
 
Êlih
 
Nobeta Edaletê ya li Êlihê di roja 58’an de li avahiya DBP'ê dewam kir. Tevgere Jinên Azad (TJA), DBP, DEM Parti, Platforma Ked û Demokrasiyê çûn serdana nobetê.
 
Çalakgera nobetê Herdem Koçar axivî û got: “Sibê roja me ya dawî ye. Em diçin hilbijartinê. Em bang ligelê xwe dikin. Dest bidin hev û biçin ser sidnoqan. Qeyûman ji Kurdistanê derbixin.
 
Nobet bi dirûşmeyên ‘Jin jiyan azadî’, ‘Bijî berxwedana zîndanan’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ bidawî bû.