Li Misirc û Milazgirê mîtîng: Em ê xwedî li sindoqan derkevin

  • 16:55 30 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di mîtîngên li Milazgir û Misircê de banga xwedîderketina li sindoqan hat kirin û hat diyar kirin ku ev hilbijartin wek referandûmê ye. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Misircê ya Sertê û li Milazgira Mûşê mîtîng li dar xist û banga xwedî li derketina sindoqan hat kirin. 
 
Sêrt 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Kuleya Saetê ya li navçeya Misirc a Sêrtê bi tevlibûna hezaran kesan mitîngê li dar xist. Li qada mitîngê pankar û dowîzên weke “Romaneke bê dawî”, “Ber bi Rojê ve herikîn heye”, “Jin jiyan azadî” hatin vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Qeyûm dê biçin gel dê werin” hatin berzkirin. 
 
Parlamentera DEM Partî ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş axivî û bal kişand ser girîngiya hilbijartina herêmî. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û wekî referandûmê bi nav kir. 
 
Mitîng bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
Mûş 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Milazgir a Mûşê mitîng li dar xist. Bi sedan kes tevli mitînga ku li qada navenda navçeyê tê lidarxistin bûn. 
 
Namzetên hevşaredariya navçeyê Gulistan Ozel û Ahmet Keran Turker axivî û banga xwedîderketina li sindoqan kirin. Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz, jî di axaftina xwe de behsa grevên birçîbûnê kir û da zanîn ku gel îro li qadan bersiva zextan dide û got: "Em ji wir bang dikin em dibêjin em azadiya Birêz Ocalan dixwazin." 
 
Di mîtîngê de parlamenterê DEM Partî ya Agiriyê Sirri Sakik jî axivî û behsa xespkirina vîna gel kir û da zanîn ku hilbêjêr dê bersiveke xurt bide. 
 
Piştî axaftinan mîtîng bi gerandina govendê bi dawî bû.