Li Agiriyê konvoya fînalê ya hilbijartinê

  • 16:41 30 Adar 2024
  • Ramyarî
 
AGIRÎ - Hilbijartinên herêmî yên ku sibê bên lidarxistin li Agiriyê weke fînala xebatên hilbijartinê ya DEM Partiyê, konvoya bi sedan wesayîtan pêk hat.
 
Rêxistina Agiriyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê ku sibê pêk bê fînala xwe bi konvoyê kir. Girse li taxa Girtîgehê ya li navenda bajêr li hev kom bûn û tim tililiyan kişandin.
 
Gelek kesên hatin taxê bi lêdana mûzîka hilbijartinê û dengên qorna konvoyê li navenda bajêr geriyan. Konvoya ji sedan wesayîtan pêk hat ji taxa Girtîgehê, taxên Mûrat, Bûlût, Kazimkarabekir, Abîde û Fatîhê û navenda bajêr derbas bû. Di tevahiya konvoyê de bi sedan kes bi nîşaneyên serkeftinê û çepikan ji camên xwe, eywan û kolanan de piştgirî dan konvoyê. Wesayîtên ku ji rê derbas dibûn bi lêdana qornayê piştgiriyê dan konvoyê.
 
Konvoy, li taxa Fatîhê bi dawî bû.