Xebatên DEM Partiyê didomin: Dê teqes bi ser kevin

  • 15:45 30 Adar 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên navçe û bajaran xitabî gel kirin û gotin dê teqes bi ser kevin. 
 
Sibê 31'ê Adarê roja hilbijartina herêmî ye. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçe û bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê xebatên xwe îro jî berdewam kir. Namzetên hevşaredariyên DEM Partiyê di xebatên xwe de bag li hilbijêran kirin û gotin dê teqes bi ser kevin. 
 
Li Dêrsim, Amed û Êlihê xebatên hilbijartinê ya îro bi konvoya wesayîtan pêk hat. Li Qers û Çewlîgê jî namzetên hevşaredaran çûn serdana esnaf û taxan.