Li Kobanê û Qamişloyê ji bo 4'ê Nîsanê dar hatin çandin

  • 15:37 30 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minaseba 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Qamişlo û Kobanê dar hatin çandin. 
 
Li Kobanê û Qamişlo bi minasebeta roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi girseyî bi sedan dar hatin çandin. 
 
Kobanê 
 
Bi boneya 75’emîn rojbûna Abdullah Ocalan, îro Desteya Jîngehê ya kantona Firatê weke her sal dar li baxçeyê bi navê Rêber Apo yê li gundê Siftekê yê li Rojavayê Kobanê ku di 2017’an de ava bû, çandin. Di çandina 800 darên behîv û xurmeyan de, saziyên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star û dezgehên civaka sivîl amade bûn. 
 
Qamişlo 
 
Endamên Platforma Ekolojîk a Jinan û dayikan bi boneya rojbûna Abdullah Ocalan li cihên giştî, park, goristanan û baxçeyên saziyan dar çandin. 
 
Platforma Ekolojiyê ya Jinan 8`ê Çileyê ragihandibû ku hemleya wê ya bi dirûşma "Li dijî çolbûnê daristanan bigihînin" ku di 2023`yan de dest pê kiribû, dê bi dirûşma "Ji bo hebûna xwe li hember qirkirina jinan û xwezayê û ji bo bidestxistina azadiyê em li ber xwe bidin" dewam bike.
 
Platformê 9`ê Çileyê di çarçoveya hemleya navneteweyî ya bi dirûşma "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" dest bi hemleyê kir û ragihand ku dê heta 4'ê Nîsana 2024`an dewam bike.
 
Jinan dar li taxa Aûsiyê, Parka 9`ê Tîrmehê, Pakrewangeha Delîl Saroxan a li taxa Meyselûn, Parka 4`ê Nîsanê ya li taxa Hîlaliye, Navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya li taxa Enteriye, li pêşiya Meclisa Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya li taxa Qidûrbeg, taxa Cûdî, Parka Şehîdan, Parka Xelîc a li taxa Kornîş û gelek cihên din çandin.
 
Hemleya çandina daran dê heta 4'ê Nîsanê dewam bike.