Zêdeyî 61 mîlyon kes dê biçin ser sindoqan

  • 09:02 30 Adar 2024
  • Ramyarî
 
Rojda Aydin
 
AGIRÎ - Di hilbijartinên herêmî yên ku dê di 31’ê Adarê de bên kirin de 61 mîlyon û 441 hezar û 882 hilbijêr dê biçin ser sindoqan. Li aliyê din 1 mîlyon 32 hezar û 610 ciwan wê cara ewil dengê xwe bikar bînin.
 
Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê re tenê du roj man, gel vê hilbijartinê weke hilbijartineke dîrokî bi nav dike. Hemû çav ku bi kelecanekê mezin li bajarên Kurdistanê ne, ji hilbijartinê re saet mane xebatên dawî tên kirin. Di hilbijartinên herêmî de wê şaredarên 30 bajarên mezin, 51 bajar, 973 navçe û 390 bajarok, 50 hezar û 336 keya bên diyarkirin.
 
Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Ahmet Yener di daxuyaniya xwe ya berê çendekê dabû de gotibû ku 36 partiyên siyasî dikarin beşdarî hilbijartina 31’ê Adarê bibin. Di hilbijartinên herêmî yên ku dê di 31’ê Adarê de bên kirin de 61 mîlyon 441 hezar û 882 hilbijêr dê biçin ser sindoqan. Li aliyê din li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê 256 hezar û 556 sindoq dê bên danîn û gel dê dengê xwe bikar bîne.
 
Ji hilbijêran ji sedî 50,59 jin û ji sedî 49,41 jî mêran pêk tê. Li aliyê din 1 mîlyon 32 hezar û 610 ciwan wê cara ewil dengê xwe bikar bînin.
 
Di hilbijartinên herêmî yên sala 2019’an de 194 hezar û 678 sindoq hatin danîn û bi giştî 57 mîlyon 87 hezar û 743 hilbijêr hebûn. Di dema ku 48 mîlyon 271 hezar û 511 hilbijêran deng dane, 46 mîlyon 263 hezar û 775 deng derbasdar û 2 mîlyon 7 hezar û 736 deng jî betal hatin hilbijartin.