Leyla Zana li Qilebanê ye: Bi destê Rêber Apo bigirin

  • 19:22 29 Adar 2024
  • Ramyarî
ŞIRNEX - Leyla Zana li Qilebanê axivî û da zanîn ku ji bo aştiyê divê destê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê girtin.
 
Siyasetmedara Kurd Leyla Zana li Qilebanê bi gel re hat gel hev. Leyla Zan abi dirûşmeyên ‘bijî Leyla Zana her bijî’ hat pêşwazîkirin.
 
Namzetên hevşaredariya Qilabanê bi kulîlkan Leyla Zana pêşwazî kirin. Leylayê gel silav kir û got: “Hûn li dijî vê zilmê hîna zimanê xwe diparêzin  Tevî tiştê ku vî gelî jiyaye hîna dibêjin aştî. Ji bilî edelet û aştiyê tiştek ji devî vî gelî dernayê. Ji bo vî dengî hûn bibîhzin divê hûn deste Serok Apo bigirin. Em hemû dostên xwe gele xwe vexwendiyê ser sindoqan dikin. Denga we ji bo pêşeroja vî gelî ye. Ciwanên me pêşeroja me ne.”
 
Piştî axaftinan girseyê bi Leylayê re fitara xwe vekir.