Ji Tarsûsê 6 jin hatin surgunkirin

  • 17:35 19 Adar 2024
  • Rojane
AMED - 6 girtiyên in yên li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar Yek a Tarsûsê girtibûn, surgunê girtîgeha Jinan a Erzîncanê kirin.
 
Girtiyên bi navê Ardil Çeşme, Hacîre Çay, Saîme Karakuş, Mizgîn Ozatîz, Ziynet Saglam û Nurcan Aslan yên li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar Yek a Tarsûsê girtibûn, surgunê girtîgeha jinan a  Erzîncanê kirin. Hat hînbûn ku bêyî agahiyê bidin malbatan, girtî hatine surgunkirin.
 
Xwişka Ardil Çeşme, Asiye Ayhan da zanîn ku du roj piştî surgunkirinê agahî ji hevalên Ardilê girtine û got ji girtîgehê bi hinceta ewlehiyê tu agahî negirtine û agahî nedane parêzeran jî.