Ji Tarsûsê 6 jin hatin surgunkirin 2024-03-19 17:35:27   AMED - 6 girtiyên in yên li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar Yek a Tarsûsê girtibûn, surgunê girtîgeha Jinan a Erzîncanê kirin.   Girtiyên bi navê Ardil Çeşme, Hacîre Çay, Saîme Karakuş, Mizgîn Ozatîz, Ziynet Saglam û Nurcan Aslan yên li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar Yek a Tarsûsê girtibûn, surgunê girtîgeha jinan a  Erzîncanê kirin. Hat hînbûn ku bêyî agahiyê bidin malbatan, girtî hatine surgunkirin.   Xwişka Ardil Çeşme, Asiye Ayhan da zanîn ku du roj piştî surgunkirinê agahî ji hevalên Ardilê girtine û got ji girtîgehê bi hinceta ewlehiyê tu agahî negirtine û agahî nedane parêzeran jî.