Di Newroza Bursayê balkişandin ser tecrîd û rêya sêyemîn

  • 19:23 17 Adar 2024
  • Rojane
BURSA - Li Arabayatagi bi dirûşmeya ‘Rabe dema azadî û serkeftinê ye’ bi hezaran kes tevli pîrozbahiya Newrozê bûnû balkişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rêya sêyemîn a Abdullah Ocalan.
 
Li Bursayê ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyêya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) bi dirûşmeya ‘Rabe dema azadî û serkeftinêye’ li Cihê Pazaa Arabayatagi Newroz hat organîzekirin. Welatiyan bi coş qada Newrozê tije kirin û dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, bijî serok Apo’ berzkirin. Welatî bi cil û bergên gelerî û alên DEM Partiyê tevli bûn.
 
Hunermend Ayşegul Kolîvar derket serdîkê û stranên Kurdî, Tirkî û Lazkî striya.
 
Hevserokên DEM Partiyê yên Bursayê Abîde Ok û Mehmet Denîz Buyuk axaftinên vekirinê kirin û balkişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.
 
Piştre hunermendê Kurd Şervan Zîlan  derket ser dîkê.
 
Balkişandin ser tecrîdê 
 
Namzetê hevşaredariya Bursayê yê DEM Partiyê Yusuf Zana Toprak axivî û got: “Em komkujî, tecrîd û înkarê qebûl nakin. Li Îmraliyê tecrîdek mijara gotinê ye. Li girtîgehan grev hene û berxwedana civakî mijara gotinê ye. Hêzên demokratîk, ciwan û Kurd wê bersivek xurt bidin faşîzmê.
 
‘Em ê têbikoşin’
 
Namzeta şaredariya Gulsu Rabîa Toktaş jî axivî û got: “Ji bo aştiyeke mayînd e divê tecrîd rabe û azadî pêk bê. Jinên ciwan wê li dijî polîtîkayên şer têbikoşin.”
 
‘Em ê riya sêyemîn xurt bikin’
 
Namzetên hevşaredariya bajarê mezin yên Bursayê Bîlmez Erbaga û Îhsan Seylan axivîn. Bîlmez da zanîn ku guherîn ferze 3u got: “Divê em faşîzmê hilweşînin. Em hêza xwe ji gel digirin. Em di têkoşînê de bi biryarin. Li dijî AKP-MHP û CHP’ê em ê riya sêyemîn xurt bikin.”
 
Îhsan Seylan jî got wê qeyûmên zalm û talanker bişînin û dem dema têkoşîna hevpar a bindestane.
Ji girtiyan re silav hatin şandin
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Kezban Konukçu jî axivî û silav ji hemû girtiyên siyasî re şand û got ew bi saya wan hene û bi saya wan îro lihev kom bûne. Kezbanê wiha dirêjî daye: “Newroz roja serkeftinê ye. Roja hêviyê ye. Em ji bo mezikirina hêviyê li qadane.  Niha dema azadiyê ye. Newroz pîroz be.”
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û hunermend Şahîn Farqîn derket ser dîkê.