Di Newroza Bursayê balkişandin ser tecrîd û rêya sêyemîn 2024-03-17 19:23:16   BURSA - Li Arabayatagi bi dirûşmeya ‘Rabe dema azadî û serkeftinê ye’ bi hezaran kes tevli pîrozbahiya Newrozê bûnû balkişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rêya sêyemîn a Abdullah Ocalan.   Li Bursayê ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyêya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) bi dirûşmeya ‘Rabe dema azadî û serkeftinêye’ li Cihê Pazaa Arabayatagi Newroz hat organîzekirin. Welatiyan bi coş qada Newrozê tije kirin û dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, bijî serok Apo’ berzkirin. Welatî bi cil û bergên gelerî û alên DEM Partiyê tevli bûn.   Hunermend Ayşegul Kolîvar derket serdîkê û stranên Kurdî, Tirkî û Lazkî striya.   Hevserokên DEM Partiyê yên Bursayê Abîde Ok û Mehmet Denîz Buyuk axaftinên vekirinê kirin û balkişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.   Piştre hunermendê Kurd Şervan Zîlan  derket ser dîkê.   Balkişandin ser tecrîdê    Namzetê hevşaredariya Bursayê yê DEM Partiyê Yusuf Zana Toprak axivî û got: “Em komkujî, tecrîd û înkarê qebûl nakin. Li Îmraliyê tecrîdek mijara gotinê ye. Li girtîgehan grev hene û berxwedana civakî mijara gotinê ye. Hêzên demokratîk, ciwan û Kurd wê bersivek xurt bidin faşîzmê.   ‘Em ê têbikoşin’   Namzeta şaredariya Gulsu Rabîa Toktaş jî axivî û got: “Ji bo aştiyeke mayînd e divê tecrîd rabe û azadî pêk bê. Jinên ciwan wê li dijî polîtîkayên şer têbikoşin.”   ‘Em ê riya sêyemîn xurt bikin’   Namzetên hevşaredariya bajarê mezin yên Bursayê Bîlmez Erbaga û Îhsan Seylan axivîn. Bîlmez da zanîn ku guherîn ferze 3u got: “Divê em faşîzmê hilweşînin. Em hêza xwe ji gel digirin. Em di têkoşînê de bi biryarin. Li dijî AKP-MHP û CHP’ê em ê riya sêyemîn xurt bikin.”   Îhsan Seylan jî got wê qeyûmên zalm û talanker bişînin û dem dema têkoşîna hevpar a bindestane. Ji girtiyan re silav hatin şandin   Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Kezban Konukçu jî axivî û silav ji hemû girtiyên siyasî re şand û got ew bi saya wan hene û bi saya wan îro lihev kom bûne. Kezbanê wiha dirêjî daye: “Newroz roja serkeftinê ye. Roja hêviyê ye. Em ji bo mezikirina hêviyê li qadane.  Niha dema azadiyê ye. Newroz pîroz be.”   Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û hunermend Şahîn Farqîn derket ser dîkê.