Li Kantona Firatê hemleya komkirina îmzeyan

  • 12:09 17 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li kontona Firatê hemleya komkirina îmzeyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi coş didome. Her kes ji bo azadiya fîzîkî ya  Abdullah Ocalan misoger bibe, îmzeyan didin.
 
Li Kantona Firatê hemleya komkirina îmzeyan ku di 9'ê Sibatê de ji aliyê Insiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate destpêkirin, hemle bi coş berdewam dike.
 
Kesên tev li hemleyê dibin bi coş û bi hêviya misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan îmzeyan xwe didin
 
Komîteyên pispor kolan bi kolan, mal bi mal digerin û şênî jî bi dilxwazî îmzeyên xwe didin. Kesên ku nikarin îmzeyên xwe bidin, muhra xwe li lîsteyê didin.