Di Newroza Stenbolê de dirûşma 'Bijî Serok Apo' olan da

  • 12:01 17 Adar 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Li qada Newrozê ya Stenbolê îsal dirûşma "Bijî Serok Apo" olan da. Di axaftinên hatî kirin de jî peyama têkoşîna hevpar a gelan hat dayîn. 
 
Pîrozbahiya Newroza Stenbolê li Qada Yenîkapiyê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye" hat lidarxistin. Pîrozbahî bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hat lidarxistin. 
 
Li dika Newrozê pankarta “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hate daliqandin. Welatî ji du cihên cuda dikevin qada Newrozê. Girseyên ku li gelek deverên cuda yên bajar hatin gel hev, ber bi qada pîrozbahiyê ve herikkin. Gelek kesan cil û bergên kurdî li xwe kirine û welatiyên ku berstûyên bi rengên kesk, sor û zer li xwe kirin, dîmenên rengîn derxistin holê. 
 
Ciwanekî tîşortê bi nivîsa “Kurdistan” tevlî pîrozbahiyê bû. Polîsan ciwan asteng kir. Li ser îtîraza Komîteya Amadekar, polîsan destûr da ku ciwan bikeve qada pîrozbahiyê. 
  
Welatiyên ku ketin qadê, gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Her wiha dirûşma "Jin, jiyan, azadî" li qadê olan da. Welatiyan li ber muzîkan xelekên govendê gerandin. 
  
Li hêla din, karkerên înşaetê jî bi otobûsan hatin Qada Yenîkapiyê. Karkerên înşaetê bi çepik, tililî û stranan ketin qada Newrozê. 
 
Bi hezaran kesên qada pîrozbahiyê tije kirin, bi lêxistina muzîkê re dest bi gerandina govendê kirin. Jinên ku bi çepik û tililiyên xwe coşa li qadê zêde dikin, dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. 
  
Bernameya Newrozê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di vê navberê de bi sed hezaran kesan bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Komîteya Amadekar a Newrozê ku piştî rêzgirtinê derket ser dikê, girse silav kir. 
  
Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê Gonca Yangoz û Mûrat Kalmaz derketin ser dikê û girse silav kirin. Gonca, di axaftina xwe de cejna Newrozê li gelê kurd û hemû gelên bindest pîroz kir. 
 
Mûrat Kalmaz jî ji ewil Newroza gelên Kurdistan û Tirkiyeyê pîroz kir û got ku Newroz navê azadiyê ye. Mûrat, diyar kir ku gelê kurd nêzî azadiya xwe bûye û wiha got: “Daxwaza me ya sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. Em dibêjin ku beriya azadiya birêz Ocalan em nikarin qala azadiyê bikin. Heta ku birêz Ocalan nebe, di serî de pirsgirêka kurd dê tu pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser nebin. Kurd bi qetilkirinê tune nabin. Bi sala ye serî netewandine. Em îro careke din bi tevlibûna sed hezaran azadiyê diqêrin. Dev ji şerê li dijî kurdan bedin û aştiyê bikin. Çi dibe bila bibe em ê li dijî zilmê paşvegavê neavêjin.” 
 
Piştî axaftina hevserokan, koma Golgedekîler derket ser dikê. Welatiyan li ber stranên komê govendê gerandin. 
  
Piştî koma Golgedekîler dê dayikên di Nobeta Edaletê de agirê Newrozê pêxistin Di berdewamiya bernameyê de dê Hevseroka HDK’ê Esengul Demîr axivî û bal kişand ser tecrîda li hemberî Abdullah Ocalana û girtiyên nexweş. 
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî wiha axivî: "Mifdeya çareseriya pirsgirêka Kurd li Îmraliyê ye. Em li pişt deklerasyona çareseriya demokratîk in ku birêz Ocalan di Newroza 2013’yan de pêşkêş kir. Deklerasyona 2013’yan pir girîng û bi nirx e. Werin em di 31’ê Adarê de bersiva pêwîst bidin kesên ku me paşguh dikin. Hûn amade ne bi vê agirê Newrozê Tirkiyeyê ronî bikin?"
 
Namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî jî Newroza gel pîroz kir. Her wiha nûnerên EHP, TJA, EMEP û BMG’ê jî di pîrozbahiyê de axivîn û bal kişandin ser têkoşîna hevpar. 
 
Di heman demê de dê hunermenda tunusî Emel Mathlouthi, Mîkaîl Aslan û Mûrad Demîr jî derkevin ser dikê û stranên bi gel re parvekirin. 
 
Pîrozbahiya bi heybet a Stenbolê piştî gerandina govenda azadiyê bi dawî bû.