Li Şirnexê peyama Newrozê 'Jin jiyan azadî'

  • 11:33 17 Adar 2024
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Bi hezaran kes ligel barana zêde tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn û peyamên xwe bi dirûşma "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" ji raya giştî re ragihandin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Şirnexê bi dirûşma "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" Newrozê pîroz dike.  Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan, Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Jinan cil û bergên xwe yên neteweyî tevlî pîrozbahiyê bûn. Qada Newrozê jî bi alên DEM Partiyê hatin xemilandin.
 
Ligel barana zedê dîsa jî qada Newrozê tijê bû, govenda xwe ya azadiyê gerandin. Di pîrozbahiyê de dirûşma "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" hat berzkirin. 
 
Piştî silavdayîna endamên Komîteya Amedekar bernameya pîrozbahiyê dest pê kir. Hozan Aytaç derket ser dikê û stranên xwe vegot. Piştre jî Parlamentera DEM Partî ya Wanê Pervîn Buldan axivî û bal kişand ser girîngiya Newrozê û wiha domand: “Newroz di heman demê de meşa azadiyê ye. Hezar silav ji meşvanên azadiyê re.” Pervîn, siyasetmedarên girtî jî silav kir û got ku dê meşa wan a azadiyê bidome. Di Newroza 2023’yan a Amedê de min nameya birêz Ocalan xwend. Wê demê pêvajoya aştiyê didomiya û di nameyê de banga ‘bila çek bêdeng bibin’ hate kirin. Lê tevî vê jî tecrîda li ser birêz Ocalan didomînin. Ev tecrîd ne tenê li ser birêz Ocalan e, her wiha aştî û refaha welêt jî tê tecrîdkirin. Divê ev tecrîd tavilê be rakirin.
 
14 roj piştre dê hilbijartin bê lidarxistin. Dema wê hatiye ku em Şaredariya Şirnexê ku AKP’ê bi darê zorê û hîleyan wegirtî dîsa bi dest bixin. Em dizanin ku tu ferq di navbera şaredarê AKP’î û qeyûman de nîne. Xwediyê Şirnexê gelê wê ye. Xelkê Şirnexê dê dersekî dîrokî bide û mohra xwe li Tirkiyeyê bide. Divê şirnexiyên li derve jî bên dengê xwe bidin. Ez dixwazim bangî şirnexiyên dengê xwe nadin me bikim; werin dengê xwe bidin gelê xwe û li rex gelê xwe bisekinin. Dem dema yekitiyê ye.” 
 
Namzeta hevşaredariyê ya Şirnexê Bêrîvan Kutlu jî diyar kir ku Newroz têkoşîna li dijî Dehaqan e û wiha domand: “Dehaqên îro bi zilm û zordariyê hewl didin hebûna xwe bidomînin. Lê rêhevalên Haci Lokman Bîrlîk, Sêvê û Pakîzeyan biryara xwe daye. Dengê me namûsa me ye, îradeya me ye.” 
  
Piştî axaftinên aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rûkiye Işik Yildiz û Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, li qada Newrozê ya li navbera çiyayên Cûdî, Çirav û Gabarê agirê Newrozê hate vêxistin. 
 
Piştre jî hunermend Kadîr Çat derket ser dikê û stranên xwe got. Bi deh hezaran kesên qad tije kirin bi yek dengî strana “Meskenê min çiya ne çiya” gotin. 
  
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî di pîrozbahiyê de axivî û got ku berxwedana Şirnexê di dîroka Kurdistanê de cihê xwe girtiye û wiha domand: “Di vê têkoşînê de bedelên herî giran xelkê Botanê da. Zîhniyeta faşîst, milîtarîst hewl dide bi rêya qeyûman îradeya gelê me bi darê zorê xesp bike. Serî li hemû hîleyan didin. Lê belê li keleha berxwedanê ev hîleye heta cihekî ne. Dê Botan di 31’ê Adarê de bersiva pêwîst bide van rûviyan. Hûn hatin vê qadê û we coşa xwe nîşan da. Dixwazin gelê kurd tune bikin lê em kurd xelas nabin. B sala ye pirsgirêka me bi vê pergalê re heye. Hûn zimanê me qebûl nakin. Xaka me qebûl nakin. Navê xaka me Kurdistan e.
 
Zîhniyeta we ya qirêjî li dijî gelê kurd komkujî pêk anîn. Li Zîlanê, Dêrsimê, Roboskê û Helebçeyê komkujî hatin kirin û ev gel van komkujiyan ji bîr nake. Lê tevî van jî gelê kurd dest ji têkoşîna azadî û aştiyê berneda. Em ê bi ser kevin. Ji me re dibêjin bi awayekî bêrûmet bijîn, lê em qebûl nakin. 
 
Êrişên wan ên li çar parçeyên Kurdistanê didomin lê em ê van êrişan vala derxînin. Hûn çiqas zextê jî bikin vaye xelkê Şirnexê li vir e. Em tu caran xelas nebûn û dê xelas nebin jî. Heke hûn demokrasî û azadiyê bixwazin, wê demê ji hêla fîzîkî divê birêz Ocalana azad bibe. Dê têkoşîna me ya ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bidome. Rêya me vekirî ye û rojên geş li pêşiya me ne. Em ê bi hev re vê ronahiyê li welêt belav bikin.” 
 
Piştî axaftinan jî hunermend Şehrîbana Kurdî derket ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.