Ji Newroza Giyadinê peyama 'Em serî natewînin'

  • 11:03 17 Adar 2024
  • Rojane
 
AGIRÎ - Li navçeya Giyadinê bi coşek mezin ku pîrozbahiya Newrozê hat kirin, peyama azadî û aştiyê hat dayîn û hat gotin ku Gelê Kurd bi sedan sal in li hember bi dehan Dehaqan li ber xwe didin.
 
Li navçeya Giyadîn a Agiriyê bi dirûşmeya “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” Newroz tê pîrozkirin. Pîrozbahiya ku li otogara navçeyê hat kirin, bi alên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hat xemilandin. Bi sedan kes ku piştî lêgerînê herikîn qadê, bi cil û rengên xwe yên gelerî qadê xemilandin. Beriya destpêkirina axaftinan bi coşek mezin bi def û zirnê govend hat gerandin û dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hat berzkirin.
 
Destpêkê Hevserokê DEM Partî yê Giyadînê Ahmet Karatay axivî û bi lêv kir ku qada Newrozê tijî bûye û got Newroz qada serhildanê ye. Hevserokên DEM Partî yên Agiriyê Ayşe Karakûş û Mehmet Ûmût Dogrul jî Newroza hemû gelan pîroz kirin û gotin hêvî dikin ku ev Newroz bibe wesîleya azad û aştiyê.
 
‘Li hember bi dehan Dehaqan têdikoşin’
 
Piştre Paralamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr axivî û ewilî bal kişand li ser Komkujiya Helepçeyê û got bi fermana Saddam ve hezaran kes hatiye qetilkirin û ev zilm li ser kurdan hatiye barandin. Nejla, bi lêv kir ku zilma li ser kurdan hatiye barandin dê tu carî ji bîr nekin. Nejla, da zanîn ku meha Adarê hem meha xemgînî û hem jî meha mizginiyê ye û wiha domand: “Em îro ji bo pîrozbahiya Newrozê hatine li cem hevdû. Newroz roja nû, hêviya aştiya Gelê Kurd e. Newroz paşeroja Gelê Kurd e. Ji Kawayê Hesinkar heta îro em li hember zilmê li berxwe didin. Gelê Kurd li hember bi dehan dehakan têkoşîna xwe didomîni û hêza xwe mezintir kirin. Gelê Kurd tu carî serî netewand.”
 
‘Ev xak ya me ye û em ê bi xwe rêve bibin’
 
Nejla, bal kişand ser hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê û wiha pê de çû: “Gelê Giyadinê roja hilbijartinê dê bersivekê xûrt bide. Em ê xwe û bajarê xwe bi xwe rêve bibin. Ev xak ya me ye û em ê bi xwe rêve bibin.”
 
‘Newroz azadî ye’
 
Di dorê de Parlamenterê DEM Partî yê Agiriyê Heval Bozdag axivî û bi lêv kir ku dem dema wan e, dem dema azadî û serkeftinê ye. Heval, Newroz mînaka dîroka têkoşînê ye û wiha axivî: “Em heya îro xwedî derketin û em ê ji vê şûnde jî derbikevin. Newroz azadî ye.” 
 
Heval, bal kişand ser komkûjiya Helepçe û got desthilatdar tim serî li van hovîtiya dixin û wiha domand: “Desthilatdar bi gel nikarin. Ji ber vê yekê komkujiyan pêk tînin. Zihniyeteke ku dixwaze pêşiya têkoşîna kurdan bigire. Em ê têkoşîna xwe bidomînin û azadiya xwe bi dest bixin.”
 
‘31’ê Adarê de em ê bi ser kevin’
 
Heval, têkildarî hilbijartinê de jî axivî û got ku ev hilbijartin ji bo gelan gelek girîng e û wiha pê de çû: “Desthilatdar îro tabelayên me yên kurdî radike. Em ê destûrê nedin vê yekê. Giyadîn wê bi ser keve. Ne bi tenê li Giyadinê li her derê me xebatek xûrt daye destpêkirin. Em ê di 31’ê Adarê de bi ser kevin. Em ê bi hev re şaredariyên xwe rêve bibin. Ji ber vê yekê ji bo nasnameya xwe têdikoşin. 31’ê Adarê de em ê bi serkeftinê bi ser kevin.”
 
Şopdarên Rahşan û Zekiyeyê...
 
Herî dawî Hayat Zorbay axivî û da zanîn ku Newroz mizginiya biharê ye û da xuyakirin ku ew şopdarên Zekiye, Rehşan in. Hayat, dawiyê de got ew ê di hilbijartinê de bersivek xûrt bidin desthilatdariyê.  
 
Bal kişandin ser girtîgehan
 
Namzetê hevşaredar ên Giyadinê Adnan Dogan û jî diyar kir ku bi Kawayê Hesinkar ev têkoşîn heta Mazlûm Dogan berdewam kiriye û îro bi Sabahat TUncel û bi hezaran girtiyan ve ev têkoşîn didome. Adnan, bal kişand ser hilbijartinê û bi lêv kirin ku ew ê di 31’ê Adarê de bi ser kevin û bersivekê xûrt bidin.
 
Piştî axaftinan dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin. Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin. Piştre hûnermend Bengîn derket ser dîkê û stranên xwe got.
 
Pîrozbahiya Newrozê bi coşek mezin bi gerandina govendê dawî bû.