Kovara Jîn Newroz kir mijara berga xwe

  • 10:21 17 Adar 2024
  • Rojane
 
STENBOL - 55'emîn hejmara Kovara Jîn bi berga "Newroz; Serhildan, Têkoşîn û Vejîna ji nû de" hat weşandin. 
 
55'emîn hejmara Kovara Jîn a heftane bi berga "Newroz; Serhildan, Têkoşîn û Vejîna ji nû de" hat weşandin. Di kovarê de nivîsên; Rojbîn Ekin, “Hewreman, jin û Newroz”; Oya Açan, “Govenda Xanimê”; Emel Çiftçi, “Çand, çandinî, Newroz”; Berrin Sari, “Meşaleya Mazluman”; Bêritan Canozer, “Jinên bi darikekî kibrîtê bûn Newroz”; Saliha Aras, “Newroz navê serhildanê ye”; Şukran Demir  “Agirê Newrozê yê venamire” cih girtin.