Ruhê Newrozê Emel Mathlouthi anî Yenîkapiyê

  • 09:32 17 Adar 2024
  • Rojane
 
 
 
Marta Somek 
 
STENBOL - Muzîsyena Tunusî Emel Mathlouthi ya ku wê were mîtinga Newroza li Qada Mitingê ya Yenikapiyê banga tevlibûna Newrozê kir û wiha got:"Newroz qada pîrozkirina mirovahiyê ye. Ev jî li dora muzik, hêvî û aştiyê pêk tê." 
 
Muzîkjena Tûnisî Emel Mathlouthi, di 10 saliya xwe de yekem besteya xwe çêkir, di salên zanîngehê de bi koma metal a ku wê damezrandibû dest bi muzîka profesyonel kir. Emel a ku piştre bi muzîka cîhanê re eleqedar bû û dest bi nivîsandina stranên siyasî kir, bi strana "Ya Tounes Ya Meskina" (Tûnisiya Feqîr) ku di sala 2006'an de weşand, bertekên hikûmeta wê demê kişand. Piştî ku stranên wê ji aliyê Dewleta Tûnisê di sala 2008'an de hat qedexekirin, Emel li Fransayê bi cih bû û xebatên xwe yê muzîkê li vir domand.
 
Ji hêla Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşmf "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" li Qada Mîtîngê ya Yenîkapiyê saet 13.00'an de Newroz bê pîrozkirin. Emel jî dê derkeve ser dikê.
 
Emel derbarê Newrozê de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî. 
 
Emel di destpêka axafina xwe de behsa xwe û destpêka xwe ya muzîkê kir û bal kişand ser bandora muzîkê. Emel, diyar kir ku ji bo wate dayîna jiyanê muzîk girîng e û û wiha derbarê tevlîbûna xwe ya pîrozbahiya Newrozê kir: "Ez pir bi heyecan im. Gelek hevalên min ên îranî hene. Ji ber vê ez wateya Newrozê dizanim. Ez berê çibûm Îranê jî. Newroza ku pêşwazîkirina biharê ye gelek kêyfa min tê. Mirovahî li ber muzîk, hêvî û aştiyê kom dibin."
 
Emel, diyar kir ku ji têkoşîna jinên kurd pir bi bandor bûye û wiha bi lêv kir: "Wek jinek ereb têkoşîna hemû jinên cîhanê ya ku ji bo azadiyê tê dayîn bala min dikişîne. Divê ereb, kurt, jinên ewropî û emerîkî bibin yek û bi hev re têkbikoşîn. Ez hewl didim ku gotinên têkoşîna femînistan di albumê xwe de bi cih bikim. Herî dawiyê min albumek a ku tevahî bi jinan pêk tê derxist. Ji sedî sed bû berhemeke jinê. Hestên min ji bo hemû jinan û jinên kurd derbasdar e. Divê em her tim bi hev re bin." 
 
Emel, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bi cudakariyên xwe tevlî Newrozê dibin û ev tiştek bi nirxe. Em ê bi stran, helbest û reqsên xwe peyaman bidin. Em beyî paşeroja xwe bi serbixwe tevlî Newrozê dibin. Em xwişk û birayên hev in. Ez bang li ereb, kurd, tirk û hemû gelên ku li Stenbolê dijîn tevlî newrozê bibin."