Ji bo Newrozê helbest nivîsand: Hezar silav ji rihê Kawa re

  • 09:27 17 Adar 2024
  • Rojane
 
 
QERS - Jinên Qersî ji bo Newroza wê di 18'ê Adarê de li Têkorê û di 19'ê Adarê de li Qaxizmanê bê pîrozkirin banga tevlibûnê kirin û gotin:"Newroz serhildan û vejîn e. " Her wiha welatiya bi navê Hacer Yurilli jî helbesta ji bo Newrozê nivîsandiya, xwend. 
 
Wekî her salê îsal jî li her cihê Kurdistanê Newroz tê pîrozkirin. Newroz ji bo kurdan ne tenê hatine biharê di heman demê de sembola serhildanê ye. Ne qedexe ne jî astengî nikare ji pîrozkirina Newrozê ya gel re bibe astengî. Çiqasî Dehaq zêde dibin, serhildana gelê kurd jî ewqas bi hêz dibe. 
 
Newroza ku li her derê Kurdistanê bi awayekî girseyî tê pîrozkirin îsal jî tê pîrozkirin. Wekî her derê wê li navçeyên Têkor û Qaxizmanê yên Qersê jî bê pîrozkirin. Jinên Qersî ji bo pîrozkirina Newroza wê di 18 û 19'ê Adarê de pêk were banga tevlibûnê kirin. 
 
Vexwendin Newrozê 
 
Halide Hasanoglu ya ji bo Newrozê banga tevlibûnê kir got wê Newroz di 18'ê Adarê de li Têkorê û di 19'ê Adarê de jî li Qaxizmanê bê pîrozkirin. 
 
Newroz qada mezinkirina serhildanê ye
 
Neşe Ustebay a banga tevlibûna Newrozê kir da zanîn xebatên hilbijartinê jî dewam dikin û wiha got:"Gelê me pir bi kelecan e. Bi taybet ji bo bernameya Newrozê amadekariyên ku mirov jê bawer nakin, hene. Em ji vir bang li welatiyên li Têkor û Qaxizmanê dikin ku tevli pîrozbahiyên Newrozê bibin. Newroz hatina biharê, vejîna têkoşînê, qadeke ku serhildan lê bi hêz dibe ye."
 
Dilan Karataş, ji bo Newrozê banga tevlibûnê kir. 
 
Ji bo Newrozê helbest nivîsand
 
Hacer Yurulli jî banga tevlibûna Newroz wê di 18 û 19'ê Adarê de bê pîrozkirin, li welatiyan kir û peyama "Newroz jiyan e, aştî ye, azadî ye, Newroz serhildan e " da. 
 
Helbesta Newrozê ya Hacerê xwend wiha ye:
 
“Îro Newroz e, îro cejn e, kêf bikin, govendê bigerînin
 
Zarokên rojê; Rihê Kawa bi hezar salan e li Mezopotamyayê bi we re dijî 
 
Agirê gur li çiyayên me vêxên 
 
Mizgînî ji gelê me re 
 
Îro Newroz pîroz be 
 
Li Mezopotamyayê em ji agirê serhildanê welidîn wekî Teyrê Sîmir 
 
Xwîn be jî komkujî be jî wan nikaribû agirê serhildana me vemirînin
 
Çimkî em; zarokên serhildanê ne, em neviyên Kawa ne
 
Hezar silav ji agirê azadiyê re 
 
Hezar silav ji bo kesên ji bo azadiyê mirinê didin ber çav 
 
Hezar silav ji rihê Kawa re. "