'Ji bo komkujiyên mîna Helebceyê dubara nebin em ê têbikoşin'

  • 09:19 17 Adar 2024
  • Rojane
 
 
HELEB - Bi munasebeta salvegera komkujiya Helebceyê li taxên Şêx Meqsûd û Eşerefiyê çalakî hatin lidarxistin. Jinên tevli çalakiyê bûn bi lêv kirin ku dijmin dixwaze gelê kurd tune bike û gotin:"Daxwaza dijmin ew e ku me tune bike û me ji rastî û reseniya me bi dûr bixe. Lê belê em ê her tim li dijî dijmin berxwedana xwe dewam bikin û ji bo komkujî dubare nebin em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Bi munasebeta salvegera komkujiya Helebceyê li taxên Şêx Meqsûd û Eşerefiyê çalakî hatin lidarxistin. Jinên tevli çalakiyê bûn dan zanîn ew ê li dijî komkujiyan her tim têkoşîna xwe dewam bikin û wiha gotin:"Di roja me ya îro de têkoşîan gelê kurd li ser esasê fikir û felesefeya Rêber Abdullah Ocalan tê dewamkirin, em nayên tunekirin wê djimin negihêje armanca xwe ji ber ku îro gelê Kurd rastiya dijiminê xwe nas kirine û li gorî wê rojane têkoşîna xwe dikin." 
 
'Dijmin dixwaze me tune bike'
 
Ji Rêveberiya Meclisa Pakrewan Cengîz a taxa Eşrefiyê Sûad Mihemed da zanîn dijmin dixwaze kurdan tune bike û wiha got:"36 sal di ser komkujiya Helebceyê derbas dibe. Ji bo ku em komkujiyê bi bîr bînin me li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê çalakî li dar xistin. Me ji bo pakrewanên komkujiyê rêz girt. Heta roja me ya îro jî gelê kurd di kuştin û komkujiyan re derbas dibin. Daxwaza dijmin ew e ku me tune bike û me ji rastî û reseniya me bi dûr bixe. Lê belê em ê her tim li dijî dijmin berxwedana xwe dewam bikin û ji bo komkujî dubare nebin em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Li dijî dijmin têkoşîna me dewam dike'
 
Di dawiya axaftina xwe de Sûadê da zanîn ku ew ê bi rêxistinbûyina xwe pêşî li van komkujiyan bigirin û li hemberî kiryaran bisekinin û wiha got:"Di roja me ya îro de têkoşîan gelê kurd li ser esasê fikir û felesefeya Rêber Abdullah Ocalan tê dewamkirin, em nayên tunekirin wê djimin negihêje armanca xwe ji ber ku îro gelê Kurd rastiya dijiminê xwe nas kirine û li gorî wê rojane têkoşîna xwe dikin."