‘Zarokên me ji bo bikaranîna dengan wê bên Kurdistanê’

  • 09:07 17 Adar 2024
  • Rojane
 
 
 
Elfazî Toral
 
BEDLÎS - Malbatên ciwanên ku ji ber şertên aboriyê diçin bajarên din diyar kirin ku wê zarokên wan bên dengê xwe bi kar bînin û got: “Em AKP’ê naxawzin em dengê xwe didin xwe. Zarokên me li ku bin jî wê bên dengê xwe bi kar bînin.”
 
Xebatên hilbijartinê yên 31’ê Adarê didomin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî li her derê xebatên xwe dimeşîne û welatî eleqeyek mezin nîşan didin.
 
Gundên navçeya Tetwan a Bedlîsê ku li gorî navend û navçeyên din hîn bêtir bê derfet in ji ber politîkayên şer hîn bêtir zehmetiyan dikşînin. Ciwanên Kurd ji ber pirsgirêka debarê neçar dimînin biçin bajarên Tirkiyeyê.  Jinên gundên Balûh, Alan, Pêndas û Pûrûsê ji mîkrofonên me re nirxandin kirin.
 
‘DEM Partî em in’
 
Emîne Agir da zanîn ku wê dengê xwe bidin DEM Partiyê û wiha dirêjî dayê: “Ez dengê xwe didim xwe. Ez ê ji bo cîhanek xweş ji bo jiyanek xweş bidim xwe. Ez aştî û azadiyê dixwazim. Naxwazim kes bimire. Dengê xwe didim DEM Partiyê. DEM Partî partiya me ye.”
 
‘Kes AKP’ê naxwaze’
 
Ayşe Çelîk jî da zanîn kes AKP'ê naxwaze û wiha vegot: “Em ê dengê xwe bidin xwe. Em ê li dijî polîtîkayên tunekirin û êrîşan bisekinin. Em ê bêdeng nemînin. Divê tu kes bêdeng nemîne. Divê gelê Kurd hişyar be. Em ê ji AKP’ê re bêjin êdî bes e. Em li bajarê xwe li ser axa xwe bi zextan re tên rû hev. Em zilmê qebûl nakin. Em dengên xwe bidin AKP’ê. Em dengên xwe bidin xwe. Kes AKP’ê naxwaze.”
 
‘Dengê xwe bi kar bînin’
 
Ayşeyê wiha bi lêv kir: “ Bi sedan ciwanên Kurd hatin qetikirin. Ev ax axa me ye. Divê em li gorî wê riyekê bişopînin. Em li vir dijmin naxwazin. Em dixwazin xwe bixwe bi rê ve bibin. Em ne AKP’ê ne jî qeyûman naxwazin. Bi mîlyonan ciwanên Kurd ji bo xebatê diçin derveyê bajar. Lê di dema hilbijartinan de tên dengê xwe bi kar tînin. Biçin ku derê jî tê dengê xwe bi kar tînin. Divê her kes bê dengê xwe bi kar bîne. Wê zaorkên me bên dengê xwe bi kar bînin. Dengek jî dengek e. Her dengek mifteya guherinê ye. Di serî de jin û hemû gelê Kurd guherînê dixwaze.”
 
‘Dengên me ji me re ne’
 
Fedîle Çelîk jî destnîşan kir ku wê ji bo gelê Kurd û zarokên xwe dengê xwe bidin DEM Partiyê û wiha dawî lê anî: “Em ê ji bo rûmeta xwe dengê xwe bidin xwe. Her kesên xwedî wijdan divê dengê xwe bidin DEM Partiyê. Yek dengek me wê vala neçe. Em ê dengê xwe bidin xwe.  Em xwedî li dengê xwe derkevin.”
 
Jina bi navê Gulunden Aslanhan jî wiha anî ziman: “Em dengê xwe didin DEM Partiyê. Ji bo rûmeta gelê Kurd ji bo pêşeroja xwe em didin DEM Partiyê. Ez dengê xwe didim nasnameya xwe. Me nasname, çand û kevneşopiya xwe ji bîr nekiriye û em ji bîr nakin.”