Candan Susoy: Em partiya çareseriyê ne

  • 09:04 17 Adar 2024
  • Ramyarî
 
 
Melîke Aydin
 
MUGLA - Namzeta hevşaredariya Muglayê ya DEM Partiyê Candan Susoy da zanîn ku bi pêşniyarên çareseriyê yên ji bo pirsgirêkên qirkirina ekolojiyê û pirsgirêkên jinan derketine rê û got ew ji bo birêvebirina Muglayê tên, ne partiya sozê ya çareseriyê ne.
 
Ji hilbijartinên herêmî re demek kurt ma û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe bê navber didomîne. Li Muglayê namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê Candan Susoy xebatên xwe bê navber dimeşîne.
 
‘Em partiya çarseriyê ne’
 
Candanê da zanîn ew partiya çareseriyê ne û wiha got: “Li Muglayê gelek pirsgirêk girêdayê qirkirina ekolojiyê pêk tên. Em bi gel re van pirsgirêkan çareser bikin. Em xizmeteke wekhev ku newekheviyê nake armanc dikin. Em ne partiya sozan, em partiya çareseriyê ne. Em ê bi jin, ciwan, kedkar, karker û hemû welatiyan re çareseriyê hilberînin. Bi armanca pêşxistina polîtîkayên jinan em ê midûriyet û serokatiyên daîreyan ji nû ve bikin jiyanê. Em ê serokatiyên daîreyan pêş bixînin û piştgiriyê bidinê. Em ê nûneriya wekhev pêş bixînin û mezin bikin.”
 
‘Ji bo pêşî li butçeya şer bê girtin em ê têbikoşin’
 
Candanê di berdewamiyê de daxuyakirin ku wê derftên jiyaneke bê tundî bi gundên jinan ên azad re ava bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Keda jinên li malê dixebitin nayê dîtin. Ji bo şertên bi ewle yên xebatên avakirinê hedefa me avakirina qadên îstîhdam û koperatîfan e.  Ji şer re butçeyek mezin tê veqaetandin. Ji bo pêşî li vê bê girtin em ê her tiştî bikin. Xwendekar pirsgirêkên starbûnê dijîn. Qe nebe heta ku wargeh derkevin em hewl didin çareseriyê ava bikin. Em ê wargehên bê pere vebikin. Ji bo parastina ciwanan a ji hişbirê em ê polîtîkayan hilbrînin. Ji bo jinan em ê veguhetsina bi ewle û erzan biafirînin.”
 
‘Di mijara aşiya HPV’ê de wê xebatên agahdarkirinê bê kirin’
 
Candanê diyar kir ku wê ji bo jinan li herêmên pîlot pedmatîkan daynin û wê jin bi hêsanî xwe bigihînin alavên hîjneyê. Candanê wiha vegot: “Di mijara aşiya HPV’ê ya piştî temenê 9 salî destpê dike wê perwerdehî bên dayîn. Em ê destûrê nedin projeyên qirkirina ekolojiyê. Em ê ruhsatê nedin faliyetên ku ekosîstemê xera dikin. Wê berxwedana Akbelenê bidome. Em ê bi gelê xwe re bajarê xwe bi rê ve bibin. Em ê destûr nedin rant û talanê.”
 
‘Divê hevserokatî li her bajarî pêk bê’
 
Candanê bal kişand ser nûneriya wekhev û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Nîvê civakê ji jinan pêk tê. Divê li hemû qadên jiyanê nûneriya wekhev hebe. Divê hevserokatî li hemû bajaran pêk bê. Jiyaneke wekhev wê bi pergala hevserokatiyê şîn bibe. Em ê Muglayê bi gelê xwe re bi îradeya jinê bi awayekî xurt bi rê ve bibin.”
 
Candan Susoy kî ye?
 
Candanê li Zanîngeha Enqereyê Beşa Sînolojî ya Fakutleya Dîrok û Erdnîgariyê (DTCF) xwendiye û demekê wergervanî, asîstanî kiriye û piştre jî 18 salan bi şîrketeke produksiyonê ya sinema û televizyonê re xebitiye. 7 sal in li Muglayê dijî û têkoşîna ekolojîk dide.