ROJEVA 17'Ê ADARA 2024'AN

  • 09:00 17 Adar 2024
  • Rojev
 
*Namzeta hevşaredariya Muglayê ya DEM Partiyê Candan Susoy da zanîn ku bi pêşniyarên çareseriyê yên ji bo pirsgirêkên qirkirina ekolojiyê û pirsgirêkên jinan derketine rê û got ew ji bo birêvebirina Muglayê tên, ne partiya sozê ya çareseriyê ne. DÎMEN HEYE
 
*Dayika Aştiyê Adalet Çay ku 30 sal in bi cil û bergên kurdî tevli Newrozê dibe wiha got: “Em ê jî li Newrozê azadiya serokatiya xwe bixwazin. Em dixwazin serokatiya me ligel me be. Bila ev xwîn raweste û aştî pêk bê. Bila kes nemire û dayik negirîn. Em ê di Newrozê de daxwazên xwe bînin ziman.”
 
*Malbatên ciwanên ku ji ber şertên aboriyê diçin bajarên din diyar kirin ku wê zarokên wan bên dengê xwe bi kar bînin û got: “Em AKP’ê naxawzin em dengê xwe didin xwe. Zarokên me li ku bin jî wê bên dengê xwe bi kar bînin.” DÎMEN HEYE
 
*Rahşan Demîrel a serhildana li Kurdistanê destpê kiribû di 1992’an de li Kadîfekaleyê bi agirê Newrozê geş kir, bi gotinên ‘ez xwe dikim Newroz’ têkoşîna azadiya gelê Kurd anî astek nû.
 
*Hacer Fîdan a li Gundikê Melê namzeta keyatiyê ye, diyar kir ku li hember sê namzetên mêr wê jin li her qadê bin û got: “Ez dibînim ku jin di DEM Partiyê de cih digirin. Dema min pergala hevserokatiyê dît min got ez ne tenê me û min namzetiya xwe danî.” DÎMEN HEYE
 
*Dayika girtiya nexweşa giran Ozge Ozbek, Husniye Duzel der barê rewşa keça xwe de axivî û got girtina keça wê ji bo nexweşiya wê bi rîsk e û got: “Li ber çavan keça min terkî mirinê dikin. Bila êdî dengê me bibihîzin.” DÎMEN HEYE
 
*Muzîsyena Tunusî Emel Mathlouthi ya ku wê were mîtinga Newroza li Qada Mitingê ya Yenikapiyê banga tevlibûna Newrozê kir û wiha got:"Newroz qada pîrozkirina mirovahiyê ye. Ev jî li dora muzik, hêvî û aştiyê pêk tê." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Qersî ji bo Newroza wê di 18'ê Adarê de li Têkorê û di 19'ê Adarê de li Qaxizmanê bê pîrozkirin banga tevlibûnê kirin û gotin:"Newroz serhildan û vejîn e. " DÎMEN HEYE