Li Bismilê ji bo Newrozê bang

  • 21:51 16 Adar 2024
  • Rojane
AMED - Ji bo Newroza ku wê sibê li Bismilê bê pîrozkirin banga hat kirin û li dora agirê hat pêxistin govend hat gerandin.
 
Li gundê Hola a Bismil a Amedê agirê Newrozê hat pêxistin û gelek kes tevli bûn namzetên hevşaredariya Bismilê Mizgîn Ekîn, Guven Tanrikulu, endamê DBP PM’ê Omer Kulpu jî tevli bûn pîrozbahiyê bûn.
 
Endamê DBP PM’ê li wir axaftinekir û banga bilkindkirina têkoşînê kir. Her wiha banga tevlibûna Newroza ku sibê Qada Newroza li gel otogara navçeyê ye jî hat kirin. Piştî axaftinê gel li dora agirê hatiye pêxistin bi dirûşmeyên ‘bijî berxwedana zindanan’, ‘em ê bi berxwedanê biserkevin’, ‘jin jiyan azadî’ govend gerandin.