Rêxistinên jinan tev li hemleya 'Li dijî qirkirina jinan bibe dengê parastinê' bûn

  • 19:06 16 Adar 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevger û rêxistinên jinan ên kantona Reqayê ragihand ku piştigiryê didin hemleya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ya bi dirÛşma ˊLi dijî qirkirina jinan bibe dengê parastinêˊ.
 
Bi dehan endamên tevger û rêxistinên jinan ên kantona Reqayê li pêş Çerxerêya Neîm kom bûn û daxuyaniyek da. Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meryem Îbrahîm daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin bi navê tevger û rêxistinên jinan li herêmên rizgarkirî ji tevahî pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryanî, Çeçen, Tirkmen û Şîşan tev li hemleya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ku 8ˊê Adarê daye destpêkirin dibin.
 
Rêxistinên jinan di daxuyaniya xwe de tevahî qirkirin û siyasetên ji hêla komên terorîst ve li dijî jinên êzidî li dewletên Rojhilata Navîn bi giştî û Sûriyeyê şermezar kirin. Di krîza Sûriyeyê netewe-dewletan derfet û piştgirî da kom û rêxistinên tundraw (DAIŞ) û sûcên hovane, çewisandin û koletî li ser jinên herêmê û jinên êzidî ferz kirin û meşandin, ew li sûkan hatin firotin.
 
Di daxuyaniya tevger û rêxistinên jinan de hate destnîşankirin ku ji xaka Reqayê xaka Firatê û ji vê erdnîgariyê ku nîşaneya mezin a sûcan li dijî tevahî gelan; zarok û jinên êzidî ye, ev herêmê bû destpêka rizgarkirina jinan û şikandina bendên koletiyê.
 
Di dawiyê de hate gotin bi hatina QSDˊê û YPJˊê re roja azadiyê li vî cihî hilat û Çerxerêya Dojehê vegerand Çerxerêya Neîm, şoreşa jinan bi pêşengî û fermandariya jina Kurd û Êzidî pêk hat û hovên tarîtî li Reqayê têk birin û destkeftiyên mezin pêk anîn. Êdî ew bûn jêdera hêvî, lehengî û hêzê ji bo tevahî jinên cîhanê.